Balafirgeha Şamê dîsa hate vekirin

Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê piştî rawestandina mehekê, dîsa ji bo rêwîtiyê hate vekirin.

Balafirgeha Şamê dîsa hate vekirin
7 ÇILE, 2025   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî Balafirgeha Navnteweyî ya Şamê bi navê Seed Xêr Bêk diyar kir ku îro ji balafirgehê 2 rêwîtî ber bi Îmaratê ve bi rê dikevin. Çaverê ye ku balafirek ji dewleta Qeterê bigihêje balafirgehê.

Xêr Bêk destnîşan kir ku xebatên ji nû ve sererastkirina balafirgehê duh bi dawî bûne.

Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyeyê ragihandibû ku dê rêwîtiyên navneteweyî ji û ber bi Balafirgeha Şamê ve 7`ê Çileyê dest pê dikin.

(şx/k)