Berpirsekî Talîbanê: Pakistanê agirbest bin pê kir

Berpirsekî Talîbanê ragihand ku Pakistanê bi pêkanîna êrişên hewayî yên li dijî Afganistanê agirbest bin pê kir. Bepirs gefa bersivdayînê xwar.

Berpirsekî Talîbanê: Pakistanê agirbest bin pê kir
17 cotmeh, 2025   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî Talîbanê ji ajansa France Press (AFP) re da zanîn ku Pakistanê li dijî devereke sînorî ya Afganistanê êrişên hewayî pêk anîn.

Berpirs diyar kir ku Kabul dê bersiva van êrişan bide û got: "Pakistanê agirbest bin pê kir, 3 dever bombebaran kirin."

(mh/fr)