Li Sûriyeyê ji dema ketina Esed ve 41 gorên komî hatine dîtin

SOHR'ê da zanîn ku ji destpêka ketina rejîma Beşar Esed ve 41 gorên komî hatine dîtin. Di goran de nêzî 2 hezar û 792 cenaze, di nav de jin û zarok, hatin dîtin.

Li Sûriyeyê ji dema ketina Esed ve 41 gorên komî hatine dîtin
17 cotmeh, 2025   23:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku ji dema ketina rejîma Beşar Esed ve, li seranserî Sûriyeyê 41 gorên komî hatine dîtin û belgekirin. Di goran de 2 hezar û 792 cenaze, di nav de jin û zarok, hatine dîtin. Hat zanîn ku piraniya wan ji aliyê hêzên rejîmê û komên girêdayî wê ve, hatine kuştin.

Li gorî SOHR'ê li Humsê 12 gorên komî hatin dîtin, tê de hezar û 277 cenaze hebûn. Li Şamê jî 3 gorên komî, tê de hezar û 25 cenaze hatin dîtin, li Dêrazor, gundewarê Şamê, Hema, Dera, Idlib û Helebê gorên komî hatin dîtin.

Piraniya goran li herêmên hêzên ewlekariyê û yên leşkerî, wekî balafirgeha leşkerî ya Mezê ya Şamê û nexweşxaneya leşkerî ya Humsê, bûn. Li gorî lêkolînên destpêkê, hin qurbanî hatine înfazkirin an jî di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane û hin jî saxî hatine şewitandin.

Li Humsê, di Kanûna par de hestiyên zêdetirî hezar 200 kesî hatin dîtin, li herêmên din jî yên gundewarê Humsê jî bi dehan cenaze di hundirê bîran û zeviyan de hatine dîtin.

Li Qiteyfê û Sibeynê û Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê gorên komî hatin dîtin , tê de bi sedan cenazeyên nenas hebûn.

(mh/fr)