Berpirsê ewlehiyê yê Hizbullaha Iraqê Ebû Elî Eskerî hat kuştin

Tevgera Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê ku beşek ji Heşdî Şeebî ye, kuştina berpirsê xwe yê ewlehiyê Ebû Elî Eskerî ragihand.

Berpirsê ewlehiyê yê Hizbullaha Iraqê Ebû Elî Eskerî hat kuştin
16 adar, 2026   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullaha Iraqê têkildarî kuştina berpirsekê xwe yê payebilind daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de Hizbullaha Iraqê kuştina berpirsê ewlekariyê yê tevgera xwe yê bi navê Ebû Elî Eskerî ragihand, lê agahiyên têkildarî dem, cih û çawaniya kuştina wî eşkere nekir.

Hizbullaha Iraqê ragihand ku li şûna Ebû Elî Eskerî, efserê bi navê Ebû Mucahîd bûye berpirsê ewlehiyê yê tevgerê.