Bernameya qonaxa 4′an a çalakiyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hatin aşkerakirin

Meclisa Jin a PYD′ê ragihand ku qonaxa 4′an a çalakiyên xwe yên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dest pê kirine û bernameya çalakiyên xwe aşkera kir.

Bernameya qonaxa 4′an a çalakiyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hatin aşkerakirin
31 cotmeh, 2023   12:48
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji 2020′an de dest pê kiriye û li ser gelek qonaxan, meclisê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku qonaxa 4′an dest pê kiriye.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Têkoşîna dîrokî li dijî zihniyeta baviksalarî berdewam e û gihaştiye lûtkeya xwe. Dîrok şahîdê hêz û mezinahiya jinê bû ku qidreta wê ya ku ji mirinê jiyanê ava dike û xwediya hemû taybetmendiyên hezkirin, edalet û mirovahiyê ye. Lê ev yek dirêj nebû, ji ber ku zihniyeta paşverû li dijî jinê şer kir maf û qanûnên wê dizîn. Ji bo têkbirina hêz û pîrozbahiya wê tevahiya awayên tundiyê li ser wê pêk anîn. Di dema heyî de tevî hemû awayên zordariyê yên der heqê jinê pêk tên de ji kuştin, koçberkirin û xwekuştinê, lê jinê xwe radestî vê zihniyetê nekir û mînaka vê yekê berxwedana qehremanî ya ku jinan di şoreşa mirovahiyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî. Vê berxwedanê ji tevan re îsbat kir ku ew karê hemû zincîrên adat û urfên berê bişikîne û bi rêya pêşengiya şoreşê hêz û qanûnên xwe vegerîne.

Em Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û ji destpêka pernesîbên ku em li ser kar dikin, em ê ji bo rawestandina diyardeya tundiya der heqê jinan de têkoşînê bilind bikin. Bi baweriya me bi azadiya jinê û têkoşîna li dijî hemû awayên tundiya der heqê wê de, me qonaxa sekinandina li dijî vê diyardeyê bi diruşmeya " Na ji kuştina jinan re" di Îlona 2020'an de dest pê kirbû û qonaxa duyemîn di Sibata 2021'an de bi diruşmeya" Na ji komployê re, na ji dagirkeriyê re, na ji tundiyê re", û qonaxa sêyemîn di Nîsana 2022'an bi diruşmeya " Bi têkoşîn û yekitiya jinê tundiyê bisekinîn" dest pê kiribû.

Îro, em qonaxa xwe ya çaremîn bi diruşmeya " Na ji kuştina jinan re, Jin, Jiyan, Azadî" radighînin, ku em rijîna xwîna hemû gelan û tevahiya binpêkirin û sûcên ku di bin navê şerefê pêk tên ên der heqê jinê de li herêmên dagirkirî şermezar dikin.

Em bang li tevahî rêxistinên hiqûqî, saziyên femînist û civata navneteweyî dikin ku erkê xwe yên têkildarî rawestandina vê diyardeyê de bi cih bînin. Her wiha em bang li tevhaiya jinan dikin ku têkoşîn û berxwedana xwe li dijî zihniyetên paşverû bilind bikin, ji bo bi hev re bigihîjin civakeke demokratîk û bi azadiya jinê bawer e.

Bernameya qonaxê wiha ye:

Lidarxistina semînerên diyalogê li kantonan.

Lidarxistina forumekê diyalogê li herêma Cizîrê û Efrînê.

Pêkanîna hevdîtinên medyayî û nivîsandina gotaran der barê diyardeya tundiya li ser jinan de.

Serdana jinên ku tundî li dijî wan pêk hatiye were kirin."