Parêzeran ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdaneke din kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe, car din serlêdan kirin.

Parêzeran ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdaneke din kir
31 cotmeh, 2023   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî ji bo hevdîtinê bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re bikin, car din serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Parêzer ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê bersiveke erênî yan nerênî nastînin.

Rêber Abdullah Ocalan di 12 salên dawî de, tenê 5 hevdîtin bi parêzeran re kiriye. Herî dawî 7’ê Tebaxa 2019’an hevdîtin bi parêzeran re kiribû. Ji wê demê û vir ve zêdeyî 4 sal derbas bûn.