Bernameya çalakiyên 8`ê Adarê aşkera bû

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên xwe yên 8`ê Adarê ragihand.

Bernameya çalakiyên 8`ê Adarê aşkera bû
18 sibat, 2026   13:32
QAMIŞLO

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên xwe yên ji bo 8’ê Adarê (Roja Jinan a Navneteweyî) bi dirûşma "Bi felsefeya jin, jiyan azadî, em destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin" aşkera kir.

Daxuyaniya bernameyê ji hêla endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîna Umer ve, bi amadebûna nûnerên rêxistin û tevgerên jinan, li Stadyuma 12`ê Adarê ya Qamişloyê hat xwendin.

Bernameya çalakiyan wiha ye:

 Lidarxistina meşên girseyî ji bo piştgiriya zimanê kurdî û daxwaza bicihkirina wî di destûrê de.

 Meşeke jinan ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ).

 Xwendina daxuyaniyekê der barê Festîvala Wêje û Hunerê ya Jinan de.

 Ji bo piştgiriya mafên jinan di 8`ê Adarê de meş bêne lidarxistin.

 Çalakiyeke  stranên şoreşgerî û pêşandana şanoyê.

 Civînên berferh ên giştî.

  Meşên jinan li bajaran ji bo piştgiriya şoreşa jinan.

 Civînek di navbera tevgerên jinan û rêxistinên civaka sivîl de ji bo avakirina lobiyeke jinan.

 Civînên online yên der barê destkeftiyên şoreşa jinan de.

 Destpêkirina kampanyayeke hashtagê li ser medyaya dîjîtal.

(k)

ANHA