Berdevka PYD‘ê ya herêma Aliyan wefat kir

Endama Hêzên Parastina Civakî –Jin (HPC-JIN) û berdevka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Aliyanê Mehabad Nûrî Ebdullah wefat kir.

Berdevka PYD‘ê ya herêma Aliyan wefat kir
9 tîrmeh, 2026   11:32
QAMIŞLO

Duh (8 Tîrmeh) danê êvarê endama Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-JIN) û Berdevka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li xeta Aliyan a gundewarên bajarê Çilaxa Mehabad Nûrî Ebdullah(55) di encamê nexweşiya penceşêra hestî û xwînê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê li goritstan gundê wê hat veşartin.

Mehabad ji gundê Dêrûna Axê ya girêdayî bajarê Çilaxayê ye. Destpêka avakirina HPC‘ê tevlî nava refên wê bû. Cihê xwe di pêngavên leşkerî yên Dêrazorê, Serêkaniyê, Til Hemîs, Holê û Şedadê de girt. Dema êrişên dagirkeriyê yên  dewleta Tirk ên li dijî Efrînê, bi karwanê gel ê piştgiriya Berxwedana Serdemê berê xwe da Efrînê.

Mehabatê di rêwîtiya xwe ya di nava HPC‘ê de tev li 16 dewryeyên perwerdeyê bû.

Li kêlek HPC‘ê, Mehabadê endamtiya Meclisa Bajarokê Kêşikê û Kongra Star kir û berdevka Meclisa PYD`ê ya li herêma Aliyanê. Wê li herêmê gelek çalakî birêxistin kirin.

Destpêka sala borî Mehabad Nûrî Ebdullah bi nexweşiya penceşêrê ya hestî û xwînê ket. Piştî çend mehan ji tedawiyê duh jiyana xwe ji dest da.

)sb)

ANHA