‘Ber bi serdemeke nû ya rewşenbîriyê ve’

Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan bi sernavê “Ber bi serdemeke nû ya rewşenbîriyê ve” têkildarî encamên qeyranên pergalên çînî, hîyerarşîk û dewletê, her wiha qeyranên rewşenbîrî yên roja me ya îro, gotarek weşand. Di gotarê de çareseriya çareseriya van krîzan û têkiliya wê ya bi paradîgmaya şaristaniya demokratîk re, tê guftûgokirin.

‘Ber bi serdemeke nû ya rewşenbîriyê ve’
30 tîrmeh 2024   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Gotar li ser malpera https://zanistencivaki.org/ hatiye weşandin. Gotar wek angerke ji bo hunermend, demokrat û reşenbîran e û gelek tespît û rêyên çareseriyê tên vegotin. 

DÎROKA CIVAKA XWEZAYÎ Û DEMOKRATÎK

Di gotarê de hatiye bibîrxistin ku ji serdema neolotîk ve civak bi şêwazên klan, qebîle û eşîran jiyaye û jiyaneke li ser esasê xwebirêvebirina demokratîk a cewherî esas girtiye, anku civaka xwezayî di vê serdemê de avadaniyên xwe xwebirêvebirinê ava kirine. Tê gotin ku bi mînakên çandên Til Xelef û El Ubeyd ku civaka xwezayî lê şênber bûye, lê bi hatina Sumerîyan re pergala heyî veguheriye pergalên çînî, hîyerarşîk û dewletî.

ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK Û PERGALA DEWLETPEREST

Tê destnîşankirin ku yekîneyên şaristaniya demokratîk di hemû merhaleyên dîrokî de hebûna xwe domandiye, lê her tim ji aliyê pergala şaristaniya dewletî ve zext lê hatiye kirin. Her wiha hatiye diyarkirin ku ji ber ku ev yekîne nebûne xwedan paradîgmayeke îdeolojîk û polîtîk, di mijara xwebirêxistinkirinê de, têrê nekirine. Di heman demê de hatiye îfadekirin ku faktorên şaristaniya demokratik, divê xwe ji nû ve di asta global de bi rêxistin bikin.

MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST Û QEYRANA REWŞENBÎRÎ

Di gotarê de hatiye diyarkirin ku ji salên 1968’an heya salên 1970’yî modernîteya kapîtalîst ketiye pêvajoyeke restorasyonê û îşaret pê hatiye kirin ku di vê pêvajoyê de ji bo gelan rêya windahiyên girîng hatiye vekirin. Di vê pêvajoyê de qeyranên pergalên çînî, hîyerarşîk û dewletî, dîsa li beranberî van qeyranan bersivên yekîneyên şaristaniya demokratîk hatine vegotin ku ev jî şoreşeke rewşenbîrî mecbûr dike.

Di gotarê de tê gotin ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan ku Rêber Abdullah Ocalan daniye, ne tenê vê şoreşa zîhnî dihewîne, di heman demê de rê li ber paradîgmayeke nû ya dîrokî-civakî vedike û tê diyarkirin ku ev paradîgma li dijî modernîteya kapîtalîst, modelên nû yên rêxistinî yên wekî neteweya demokratîk, eko-pîşesazî û aboriya kom-civakê ya hevpar pêşniyar dike.

Pêvajoya restorasyonê ya modernîteya kapîtalîst ji salên 1970’yî ve veguherî avadaniyeke dijberî civakî ya di bin monopola sermaye û zanistên pozîtîf de. Ev rewş bû sedem ku gel û bindest li rêxistineke nû bigerin. Paradîgmaya ekolojîk a demokratîk û azadiya jinan ku ji aliyê Rêber Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin, bi parastina konfederalîzma demokratîk, rêxistina neteweya demokratîk a derveyî dewletê bi pêş dixe.

Ev paradîgmaya nû pêwîstî bi pênasekirina zîhniyeta şaristaniya demokratîk wek şoreşeke rewşebîrî bi şopandina zimanê pêşketina diyalektîk ê dîrokî-civakê heye. Di vî warî de divê bê zanîn ku bi modela pergala birêxistinkirî ya pêşketî serdemeke nû ya rewşenbîriyê çêbû, lê têra xwe nehat fêmkirin.

Tê destnîşankirin ku modernîteya kapîtalîst ji salên 1968-70’î ve pêvajoyeke nû ya restorasyonê derbas kiriye û ev pêvajo bûye sedema windahiyên gelan. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, bi pêşniyara şoreşa rewşenbîrî û paradîgmayeke nû ya civaka dîrokî çareseriya van pêvajoyên pêşkêş dike.

SERDEMA NÛ YA REWŞENBÎRÎ Û SOSYOLOJIYA AZADIYÊ

Di gotarê de tê gotin ku divê zîhniyeta şaristaniya demokratîk wek şoreşeke rewşenbîrî bê pênasekirin. Tê diyarkirin ku ev serdema nû ya rewşenbîrî bi temamî nehatiye fêmkirin, lê li dijî pergala şaristaniya dewletê, sosyolojiya azadiyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Di vê pêvajoyê de tê diyarkirin ku divê hêzên şaristaniya demokratîk bêhtir birêxistinkirî bin.

Di gotarê pêvajoyên dîrokî yên bisazûmanbûna çînî û hiyerarşîk û yekîneyên şaristaniya demokratîk çawa hebûna xwe li dijî wan didomînin bi berfirehî tê vegotin, der barê qeyrana rewşenbîrî ya îro de jî, ji bo çareseriya qeyrana paradîgmaya şaristaniya demokratîk roleke çawa dilîze, nêrînên girîng pêşkêş dike.