Siyasetmedar Şebîb: Li pey israra Erdogan armancên xirab hene

Siyasetmedar Selman Şebîb anî ziman ku li pey israra Erdogan a asayîkirina têkiliyên bi hikumeta Şamê re armancên xirab hene û got Erdogan ji asayîkirina têkiliyan armanc dike şerekî di navbera Şam û QSD’ê de derxe, dagirkeriya xwe bi hêz bike û polîtîkaya xwe ya îlhaqkirinê berdewam bike. Şebîb li dijî armancên dewleta Tirk banga diyalogên navxweyî kir.

Siyasetmedar Şebîb: Li pey israra Erdogan armancên xirab hene
30 tîrmeh 2024   06:15
NAVENDA NÛÇEYAN 
YEHYA EL HEBÎB

Serokê Partiya Sûriye Ewelen (Pêşî Sûriye) Selman Şebîb hewldan û israra serokkomarê dewleta Tirk a dagirker a asayîkirina têkiliyan bi Şamê re, ji ANHA’yê re nirxand.

Selman Şebîb anî ziman ku di her gavek ber bi asayîkirinê de astengî hene û got: "Bawer nakim heta niha tu gavên cidî di rêgeha normalîzekirin an nêzîkbûna Sûriye û Tirkiye de hatine avêtin. Di navbera her du aliyan de bawerî nin e, lê guman hene. Her wiha dosyayên bi girêk ên zehmet di navbera wan de hene. Ev hemû mîsyona navbeynkaran hema bêje negengaz dike, nemaze mîsyona Rûsya ku zextê li herdu aliyan dike û hewl dide nakokiyên di navbera wan de çareser bike. Li ser vê yekê Rûsya di aliyên aborî û xizmetguzarî de wekî vekirina hin deriyên sînor û rêyên navneteweyî dest bi avêtina gavan kir. Bawer nakim ku ev hewldan bi temamî bi ser keve. Bi her gavek li ser rêya normalîzkirinê de wê mayin û astengî hebin û dem di nava hurguliyan de bê windakirin."

Şebîb diyar kir ku gelek astengî li pêşiya asayîkirina têkiliyên hikumeta Şam û Enqereyê hene û wiha şîrove kir: "Astengiya herî girîng şertên ku her du alî bi rêya Rûsya an bi rêya civînên li ser astên ewlehî û siyasî yên bi rêya daxuyaniyan danîn. Bawer nakim eger her du alî (Şam û Enqere) bixwazin jî lê qebûl nakin şertan pêk bînin. Hin şert di merc û rewşên heyî de ne gengaz in werin pêk anîn. Rola çalak a DYA’yê jî li ser erdê heye ku her gaveke di rêya asayîkirinê de asteng dike."

’LI PEY ISRARA ERDOGAN ARMANCÊN XIRAB HENE’

Şebîb diyar kir ku armancên rasteqîn ên Erdogan ji normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re sepandina dagirkeriya xwe ya li ser xaka Sûriyeyê û domandina polîtîkayên tirkkirina herêmê ne û wiha pê de çû: "Diyar e ku heta niha hayê rêveberiya Sûriyeyê ji van armancên xeternak nîn in ku li dijî lihevkirinên Astanaya ne ku banga yekitiya xaka Sûriyeyê dike. Tirkiye ev peyman îmze kirine jî lê kiryarên wê yên li ser erdê ne gorî van lihevkirinan e. Li pey israra Erdogan niyetên xirab û mayinên mezin hene. Niyeta rasteqîn a Erdogan ew e li herêmê ber bi şerekî leşkerî  navbera artêşa Sûrî û QSD’ê ve bikişîne. Eger ev senaryo an ku şer biqewime wê encamên taluke ne tenê li ser her du aliyan, di heman demê de li ser dewlet, welat û gel û xaka Sûriyeyê bi xwe re bîne. Ji bo vê yekê jî divê her du alî (Şam û QSD) hên bêtir zane û hişyar bin û di zûtirîn dem de diyalogên rasteqîn pêk bînin da ku tevahî pirsgirêkên heyî çareser bikin. Eger diyalog bo parastina berjewendiyên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê û mîsogerkirina siberoja welatê Sûriyeyê be ez nafikirim ku ne gengaz be.”

Selman Şebîb îşaret pê kir ku Erdogan dev ji armanc û planên xwe yên aşkera ên li Sûriyeyê bernade û got: "Erdogan dê her nêzîkbûneke bi Sûriyeyê re ji bo xizmeta  çavnebarî û planên xwe yên dijminane yên mêtîngeriyê  bi kar bîne. Her wiha plan dike ku senaryoya îlhaqkirinê ya Lîwa Iskenderon dûbare bike. Îsbata herî li pêş tirkirina herêmê, koçberkirina niştecihên resen û bicihkirina komên çeteyan li şûna wan û bi desteka Qeterê avakirina mêtîngehan e."

Şebîb îdiaya dewleta Tirk a parastina ewlehiya xwe ya neteweyî derewand û got: "Armanca rasteqîn a Tirkiye dagirkerî ye. Bawer nakim ku çavbirçînbûna li qada ku dagir kiriye sînodar e, lê çavê wê li Heleb û wêdetir e.”

Şebîb têkildarî gotegotên ku dibêjin dê torên nû yên civînên Astanayê werin lidarxistin jî wiha axivî: "Diyar e ku ji bo lidarxistina toreke nû ya civînên Astanayê tevger hene. Ji bo doza Sûriyeyê mizgîniya xêrê nine, ji ber ku rêgeha Astanayê tu gavên nû neavêtin. Hewldanên zindîkirina rêgeha Astanayê ku nikare çareseriyeke rasteqîn ji pirsgirêka Sûriyeyê re bîne, tê wateya betalkirina rêgehên sereke yên mîna beyannameya erebî, biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî û rêgeha Cinêvê ku dikarîn çareseriyeke rasteqîn ji êşa Sûriyeyan re bîne û yekitî û serweriya welatê Sûriyeyê biparêze. Her toreke nû ya dan  û standinên Astanayê wê senaryoyên berê dûbare bike û xeyalên gelê Sûriyeyê bifroşin. Eger navbeynkar civîneke bikaribin Erdogan û serokê Sûriyê bînin gel hev jî bawer nakim wê sedema şikestineke cidî di dîwarê têkiliyên her du welatan de çêbe.”

(bb)

ANHA