Bîlançoya Tîrmehê: SÎHA'yek û 2 helîkopter hatin xistin, 56 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku gerîlayên azadiyê di meha Tîrmehê de 205 çalakiyên hewayî û bejahî pêk anîne; SÎHA'yek, 2 helîkopter hatin xistin û yek jê yarbay 56 leşkerên Tirk hatin cezakirin.

Bîlançoya Tîrmehê: SÎHA'yek û 2 helîkopter hatin xistin, 56 dagirker hatin cezakirin
Bîlançoya Tîrmehê: SÎHA'yek û 2 helîkopter hatin xistin, 56 dagirker hatin cezakirin
Bîlançoya Tîrmehê: SÎHA'yek û 2 helîkopter hatin xistin, 56 dagirker hatin cezakirin
Bîlançoya Tîrmehê: SÎHA'yek û 2 helîkopter hatin xistin, 56 dagirker hatin cezakirin
Bîlançoya Tîrmehê: SÎHA'yek û 2 helîkopter hatin xistin, 56 dagirker hatin cezakirin
Bîlançoya Tîrmehê: SÎHA'yek û 2 helîkopter hatin xistin, 56 dagirker hatin cezakirin
Bîlançoya Tîrmehê: SÎHA'yek û 2 helîkopter hatin xistin, 56 dagirker hatin cezakirin
4 tebax 2024   10:33
NAVNEDA NÛÇEAYN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyêkî bîlançoya şer ya meha Tîrmehê eşkere kir. di daxuyniyê de diyar kir ku Di 205 çalakiyan de 56 dagirker hatin kuştin, 520 caran bi balafir, helîkopte, çekên kîmyewî êrîş pêk hatin. 

 Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi bîranîna fermandara me ya fedaî ya nemir hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) û dilsoziya pê re, dest bi meha Tîrmehê kirin. Di meha Tîrmehê de ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hate kirin, li ser xeta hevrê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz israr kirin û berxwedan mezin kirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê meha Tîrmehê li hemberî her cûre êrişên artêşa Tirk a dagirker ji Bakurê Kurdistanê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê li her derê li ber xwe dan û asteke girîng a berxwedanê afirandin.

56 ÊRIŞÊN BI BOMBEYÊN KÎMYEWÎ, 64 ÊRIŞÊN BI TEQEMENIYÊN QEDEXEKIRÎ, 2 ÊRIŞÊN BI BOMBEYÊN TAKTÎK NUKLEER

Artêşa Tirk a dagirker li gel bombardûman û operasyonên bêhejmar ên li Bakurê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê jî 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer, 56 caran bi çekên kîmyewî û 64 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî bombe kir û careke din sûcên şer kir. Hêzên me li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên  bi teknîka şer a ji hewayî û bejahî, ruhê fedaî yê Apoyî bilind kirin, di taktîkên gerîla, rê û rêbaza tevgerê û çalakiyan de xwe kûr kirin, bi vî rengî bersiv dan û planên dijmin têk birin. Di meha Tîrmehê de endamê Fermandariya Eyaleta Gabarê hevrê Herekol - Taner Ogmen û hevrê Ekîn - Çinar Ahmed ên bi fedakariyeke mezin û ruhê fedaî yê Apoyoî pêşengî ji têkoşîna me ya li Bakurê Kurdistanê re kirin, Fermandara Herêma Katoyê hevrê Benda - Semra Ayverdî, Destîna - Bişeng Dûrmûş û Baran - Seyîtxan Sencer, hevrê Newal - Nûdem Kûrt, Dijwar - Serdar Duşerge û Jiyan - Darşîn Mûsa yên pêşengî ji berxwedana li Metînayê re kirin, hevrêyên me Canfeda - Îdrîs, Çinar, canfeda - Mihemed Ekrem Şêxo û Sîdar - Metîn Dagci yên ruhê berxwedana fedaî ya li Zapê bilind kirin, gihîştin şehadetê. Em hevrêyên xwe yên ku li ser bingeha Xeta 14'ê Tîrmehê bi lehengî têkoşiyan û şehîd bûn bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê şopdarê wan bin û armancên wan teqez bi ser bixînin.

SÎHA'YEK, 2 SKORSKY HATIN XISTIN, YARBAYEK HATE CEZAKIRIN

Di berxwedana meha Tîrmehê de ku bi pêşengiya hevrêyên me yên şehîd hate meşandin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê performanseke gelekî girîng a şer nîşan dan û ji hewayî û bejahî çalakiyên bi bandor kirin, derbên giran li artêşa dagirker xistin. Hêzên me di nava meha Tîrmehê de SÎHA'yek xistin xwarê, ji aliyê Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar û Şehîd Axîn Mûş ve 26 çalakiyên hewayî, her wiha bi gelek taktîkên gerîla 178 çalakiyên bejahî hatin lidarxistin; bi giştî 205 çalakî hatin kirin. Di encama çalakiyên hêzên me de 12'ê Tîrmehê li ezmanê Asosê li SÎHA'yeke AKSÛNGÛR hate xistin û SÎHA li nêzî gundê Pîrzalan ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê kete xwarê. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 2 helîkopterên bi tîpa Skorsky ên artêşa dagirker hate xistin. Di Skorskya ku 10'ê Tîrmehê hate xistin de pîlot û temamiya dagirkerên tê de mirin. Di Skorskya ku 16'ê Tîrmehê hate xistin de pîlot ê serdar Mûstafa Şen û Pîlot ê Tegmen Şamîl Saz jî di nav de 10 dagirker bi giranî birîndar bûn. Artêşa Tİrk a dagirker û medya şerê taybet têkildarî çalakiyên mezin û xurt ên gerîla ku bi belge û dîmenan hate nîşandan, ti daxuyanî nedan. Bi bêdengiyê hewl dan ku windahiyên xwe yên giran û bandora çalakiyên gerîla yên serketî asteng bikin. Lê belê hêzên me çalakiyên xwe yên bi bandor bi rengekî bênavber dewam kirin, li Metînayê bi rêbaza sabotajê çalakî lidar xistin û di encamê de li navenda fermandariya tevgera dagirkeriyê ya li Zazp û Metînayê yarbay ê piyade Abdullah Cem Demîrkan û ustegmen û çawişê pispor ê bi wî re ceza kirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî bi rojan di nîvê şevê de bi vê windahiya xwe mikur hat.

Performansa şer û berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi ruhê fedaî yê Apoyî di meha Tîrmehê de pêk anîn, weke xelekeke berxwedanê ya girîng derbasî dîroka me ya têkoşînê bû. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi hesta fedakariyê ya mezin a Hayrî Dûrmûşan ku digot 'Li ser kevirê gora min binivîsînin ku deyndarê gelê xwe ye' û bi biryardariya xurt a Kemal Pîran ku digot 'Em ji jiyanê ewqasî hez dikir ku di oxira wê de dikarin bimirin' têkoşîna azadiyê bênavber meşandin û nîşan dan ku xwedî li wezîfeyên xwe yên pêşengiyê derdikevin.

AGAHIYÊN BERFIREH ÊN LI SER BÎLANÇOYA ŞER

Agahiyên berfireh ên li ser bîlançoya şer a meha Tîrmehê bi vî rengî ye:

ÊRIŞÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER

Êrişên bi balafirên şer: 345

Êrişên bi helîkopteran: 52

Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer: 2

Êrişên bi teqemeniyên qedexekirî: 64

Êrişên bi droneyên bombebarkirî: 1

Êrişên bi çekên kîmyewî: 56

HEVRÊYÊN ME YÊN ŞEHÎD BÛN

Hevrêyên me yên şehîd bûn: 11

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Çalakiyên gerîla yên hewayî: 27

Çalakiyên gerîlayê yên bejahî: 178

Temamiya çalakiyên gerîla: 205

KUŞTIYÊN DIJMIN

Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 56

Dagirkerên bi paye yên hatin cezakirin: 2

Dagirkerên birîndar bûn: 46

AMÛRÊN LEŞKERÎ YÊN HATIN ÎMHAKIRIN

SÎHA AKSÛNGÛR: 1

Helîkopterên Skorsky: 2

Wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî: 6

Wesayitên leşkerî yên zirxî: 1

Vînç: 2

Qemyon: 2

Cebilxane û teqemenî: 2

Droneyên bombebarkirî: 6

Konteynir: 1

Kamerayên mobesse: 15

Çeper: 12

Kon: 7

Bombeavêj: 1

Projektor: 1

AMÛRÊN LEŞKERÎ YÊN DERB LI WAN HATE XISTIN

Helîkoptera Skorsky: 1

Wesayita zirxî ya leşkerî: 1

Kepçe: 2

Konteynir: 1

Çeper: 15