Rejîma Îranê qedexeya hevdîtinê da 37 girtiyan

Bi hinceta ku cezayê darvekirinê yê li dijî rojnamevan Pexşan Ezîzî şeremzar kirine, qedexeya hevdîtinê li 37 girtiyên jin yên li girtîgeha Evînê hate birîn.

 Rejîma Îranê qedexeya hevdîtinê da 37 girtiyan
4 tebax 2024   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li girtîgeha Ewlehiya Bilind ya Evînê ya paytexta Îran Tahranê ku girtiyên siyasî lê tê girtin, di nav de xwediya xelata Nobela Aştiyê ya 2023’an Nergîs Muhammedî, 37 girtiyên jin ên siyasî, bi hinceta ku cezayê darvekirinê ya ku li rojnamevan Pexşan Ezîzî hatiye dayîn protesto kirine ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzeran re hate dayîn.

37 girtiyên jin ên siyasî, di saetên şev ya 26’ê Tîrmehê de di hewşa girtîgeha Evîn de tevahî şevê çalakiya rûniştinê li dar xistin û cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn protesto kiribûn.