Jinên êzidî yên hatibûn revandin hovîtiya DAIŞ’ê vegotin

Ezîza Elî û Tewaf Çeto ku di fermana 3’yê Tebaxê 2014’an de li Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin, kêliyên revandinê û sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî wan kirine, vegotin

Jinên êzidî yên hatibûn revandin hovîtiya DAIŞ’ê vegotin
Jinên êzidî yên hatibûn revandin hovîtiya DAIŞ’ê vegotin
Jinên êzidî yên hatibûn revandin hovîtiya DAIŞ’ê vegotin
5 tebax 2024   06:35
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Jinên Êzidî yên bi navê Ezîza Xalid Elî (25) û Tawaf Dawûd Çeto (24) ku ji aliyên çeteyên DAIŞ’ê ve di 3’yê Tebaxa 2014’an de hatibûn revandin.

Di êrîşên şengalê de Çeteyên DAIŞ’ê komkujî pêk anîn û gelêk jin hatin revandin. Ezîza Xalid Elî û Tawaf Dawûd Çeto dema hatin revandin zarok bûn, 1’yê Tebaxa 2024’an ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hatibûn rizgarkirin.

EZÎZA XALID ELÎ

Ezîza Elî ku ji gundê Koço yê Şengalê ye diyar kir ku wê 10 salên dawîn de hemû cûreyên êş, û îşkence ji ber destê çeteyên DAIŞ’ê dîtiye. Ezîza dema ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat revandin temenê wê 15 sal bû û niha bûye 25 salî got: "10 sal ji emirê min vala çûn."

 Ezîza komkujiya ku DAIŞ’ê ya li ser Şengalê pêk anîbûn û kêliyên revandina xwe bi bîr xistin û diyar kir ku ew kêliyên herî zor di jiyana wê de ne.

JI TIL EFERÊ HETA HOLÊ

Ezîza wiha qala  revandina xwe dike ku Çeteyan di destpêke wê birin e navçeya Til Eferê, piştre birine bajarê Reqayê li wir jî tevahî çend jinên din ên Êzidî yên ku hatibûn revandin re dane malbatên çeteyên DAIŞ’ê. Ji wir jî birin e Tebqa, Meyadîn, Bab, Helebê û Dêrazorê. Pişt ra bi têkbirina çeteyên DAIŞ’ê em ji aliyê QSD’ê ve ji Baxozê ya Dêrazorê di sala 2019’an de em bi malbatên çeteyên DAIŞ’ê re hatin kampa Holê.

BI DERÊ ZORÊ DAN ZEWICANDIN

Ezîza di berwamiya axaftina xwe de wiha vedibêje: Çeteyan gelek caran em bi derê zorê dan zewicandin û neçar kirin ku bibim Misilman û em fêrî Quranê kirim. Her çiqas Baweriya me bi wan nîn bû jî li ser min dihat ferz dikirin û derketina me ya ji mal hatibû qedexekirin.

Ezîza kêfxweşiya xwe ya ku ji aliyê şervanên YPJ’ê ve hate rizgarkirin jî wiha anî ziman ku vegeriya gundê xwe û careke din bi malbata xwe ra jiyan bike.

TEWAF ÇETO

Tewaf Çeto ya (24) salî jî serpêhatiya xwe wiha vedibêje: Ez bi xwişkên xwe û 31 jinên ciwan ên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin.

Xwişkeke Tewafê di pêngava rizgarkirina Baxozê ya sala 2019’an de ji aliyê şervanên YPJ’ê ve hate rizgarkirin.

Tewaf Çeto 10 salên xwe ên dawiyê ya bi çeteyên DAIŞ’ê re bi îşkence, tundî û tecawuza zayendî derbas dike.  Tewaf spasiya şervnên YPJ’ê dike ku wan ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

(bb)

ANHA