Belgeyên fermî yên dewleta Tirk: Nasname û welatîbûn dane çeteyên DAIŞ’ê 

Hat diyarkirin ku li gorî belgeyên dadgehê yên dewleta Tirk, 3 çeteyên DAIŞ’ê bi malbatên xwe re li Tirkiyeyê mafê welatîbûnê girtiye, ji bo 19 çeteyan jî nasnameyên biyaniyan û parastina demkî hatiye dayîn. 

Belgeyên fermî yên dewleta Tirk: Nasname û welatîbûn dane çeteyên DAIŞ’ê 
13 ÇILE, 2026   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Derket holê ku piştî DAIŞ li Suriyeyê hat hilweşandin, gelek endamên wê yên bi awayekî aktîf tevlî êrişan bûne, derbasî Tirkiyeyê bûne û ji wan re nasname û mafê welatîbûnê hatiye dayîn, di karên cuda de hatine bicîhkirin. 

Li gorî nûçeyan malpera bi navê “Kısa Dalga” û malpera bi navê “Sendika.org” yên Tirkiyeyê, çeteyê bi navê Abdulkafî Adulazîz Al-Shameri ku welatiyê Yemenê ye, li Tirkiyeyê destûra bicîhbûnê wergirtiye û niha li Beşa Elektrik-Elektronîk a  Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Çandê ya Stenbolê dixwîne, di heman demê de li zanîngehê wekî personel kar dike. Hat gotin ku ev çete di dîmenên propagandayê yên DAIŞ’ê de cîh girtiye, li herêmên di bin kontrola çeteyan de dema li cihekî wekî xwaringehê bi çeteyên din re xwarin dixwe, dîmenên wî hatine kişandin.

Di nûçeyê de tê gotin ku serdozgeriyên komarê yên bajarên Çorum, Ordu, Kayseri, Kırıkkale, Ankara, Elazıg, Mersin, Bursa, Duzce, Sakarya û İstanbulê têkildarî mijarê lêkolîn kirine, li gorî van lêkolînan 21 çeteyên DAIŞ’ê ji îdareyên koçberiyê yên bajarên Tirkiyeyê nasname wergirtine, ji bo 3 çeteyan jî mafê hemwelatîbûna Tirkiyeyê hatiye dayîn.

Li gorî belgelen dozgeriyê yên ku dîroka 2023–2024’an li ser heye, çeteyên hatine Tirkiyeyê, bi dîmen û wêneyan hatine tespîtkirin.

Di nûçeyê de wêneyên çeteyan ên di dema herêmên şer de hatine kişandin û yên ku dema li Tirkiyeyê ne nîşandin didin jî, hatine parvekirin. Hat gotin ku 19 çete di statuya “parastina navnetewî” de ne.

3 ÇETEYÊN KU MAFÊ WELATÎBÛNÊ GIRTINE

*Sultan Abdulrahman Mohammed Balmahar (39)

Ne diyar e ka kengî derbasî Tirkiyeyê bûye. Li Erebîstana Suudî hatiye dine û welatiyê Yemenê ye. 7’ê Gulana 2019’an serî li Îdareya Koçberiyê ya bajarê Stenbolê daye û nasnameya biyaniyan a ji bo parastina demekî hatiye dayîn. Piştî 5 mehan, di 20’ê Îlona 2019’an de li gel hevjîn û 3 zarokên xwe mafê welatîbûna Tirkiyeyê wergirtiye. Di nasnameya wî ya nû de navê wî wekî Sultan Balmahar hatiye nivîsandin û li navçeya Esenyurt a Stenbolê rûdine. Sala 2021’an li nexweşxaneyek dewletê hatiye dermankirin. 2023’yan hatiye girtin. Wêneyên wî yên ku li Reqayê bi çeteyên DAIŞ’ê re kişandine hatine tespîtkirin. Nehatiye zanîn ka hatiye berdan an na. 

*Marvan Alzıyap (38)

 

Welatiyê Erebîstana Suudî ye, li Suriyeyê hatiye dine, nayê zanîn kengî çûye Tirkiyeyê. 2016’an li Îdareya Koçberiyê ya Stenbolê nasnameya biyaniyan wergirtiye. Navnîşana wî li navçeya Başakşehîr a Stenbolê hatiye nîşandan. 31’ê Çileya 2019’an li gel hevjîn û 6 zarokên xwe mafê hemwelatîbûna Tirkiyeyê wergirtiye. Di nasnameya ya dewleta Tirk de navê wî wekî Marvan Omeroglu hatiye nivîsandin. 2019’an çuye 2 welatên cuda  û hatiye. Di dîmen û wêneyên DAIŞ’ê yên li Reqayê hatine kişandin de, ew jî heye. Carekê hatiye girtin, lê nayê zanîn ka hatiye berdan an na. 

*Ammar Almarawı (34)

Welatiyê Welatiyê Erebîstana Suudî ye, lê welatîbûna wî ya Suriye û Tirkiyeyê jî heye. Nayê zanîn ka kengî çûye Tirkiyeyê. 2012’an li Îdareya Koçberan a Stenbolê nasnameya biyaniyan wergirtiye. Li navçeya Beylikduzu ya Stenbolê bicîh bûye, 7’ê Mijdara 2019’an li gel hevjîn û zarokek xwe mafê hemwelatîbûna Tirkiyeyê girtiye.  Telefonên cuda bikar anîne, di şîrketa bi navê Boraq Group Bazirganiya Teknolojî, Medya (Boraq Group Teknoloji Medya Ticaret Limited Şirketi) de kar kiriye. Di dîmenên çeteyên DAIŞ’ê yên li Reqayê hatine kişandin de ew jî hatiye tespîtkirin. 

ÇETEYÊN KU NASNAMEYA BIYANIYAN WERGIRTINE WIHA NE: 

*Muhammet Hüseyin (29)

Ji Helebê ye, 2015’an ji Îdareya Koçberiyê ya bajarê Dîlokê nasname wergirtiye. Li Stenbolê rûdine.

*Mosa Ghaffar (55)

Li herêma Dera Ghazı Khan a eyaleta Pencap a Pakîstanê  hatiye dine. Welatiyê Pakîstanê ye. Li bajarê Adapazari yê Tirkiyeyê rutine. Navbera 2022-2023’yan de çûye çend welatan û hatiye.

*Baha Tareq Lateef Fayooz (35)

Welatiyê Iraqê ye. Li navçeya Unye ya bajarê Ordu yê Tirkiyeyê rûdine. Dîmen û wêneyên wî  yên li gel çeteyên din hatine tespîtkirin. 2023’yan hatiye girtin, lê nayê zanîn ka girtiye yan berdayî ye.

*Hasan Hamada (29)

Welatiyê Suriyeyê ye. 8’ê Gulana 2015’an nasnameya biyaniyan girtiye. Li navçeya Bunyan a bajarê Kayserî yê Tirkiyeyê rûdine. Hat tespîtkrin ku 23’ê Çileya 2023’yan ji Deriyê Sinor ê Navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale) ya bajarê Rihayê, derbasî Suriyeyê bûye.

*Nihad Dawood Salman (55)

Welatiyê Iraqê ye, kengî çuye Tirkiyeyê nayê zanîn. Nasnameya biyaniyan a ji bo parastina demkî wergirtiye. Wekî ku li bajarê Çorum ê Tirkiyeyê rûdine, hatiye nîşandan. Dîmenên wî yên bi çek ên li gel çeteyên din hatine tespîtkirin. 

*Zuheyr Ar Ravi (31)

Nayê zanîn kengî çuye Tirkiyeyê. Nasnameya biyaniyan wergirtiye. Telefonên li ser navê kesên din bikar anîne. Navnîşana xwe wekî bajarê Kirikkale yê Tirkiyeyê nîşan daye. 14’ê Nîsana 2021’an hatiye girtin lê derbarê rewşa wî ya dawî de agahî nehatiye bidestxistin. 

ÇETEYÊ KU BÛYE XWENDEKARÊ ZANÎNGEHÊ Û XEBATKARÊ BI MAAŞ 

*Abdulkafi Abdulazız Alshameri (32)

Welatiyê Yemenê ye, nayê zanîn kengî çuye Tirkiyeyê. Sala 2014’an li Tirkiyeyê mafê rûniştinê û nasname wergirtiye. Li Stenbolê rudine. Şekil û cilên xwe guhertin, li Beşa Elektrik-Elektronîk a  Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Çandê ya Stenbolê dixwîne, di heman demê de li zanîngehê wekî personel (xebatkarê bi maaş û sîgorta) kar dike.

ÇETEYÊ KU PEREYÊ DAIŞ’Ê NÎŞAN DIDE

*Ahmet Şerif (66)

Ji Suriyeyê (Heleb) ye. 24’ê Kanûna 2015’an ji Îdareya Koçberiyê ya bajarê Kilisê yê Tirkiyeyê nasnameya biyaniyan girtiye. Di qeydan de navnîşana wî nehatiye diyarkirin.  Di lêkolînên ku sala 2024’an hatine kirin de, dîmenên DAIŞ’ê yên dema îlankirina xilafetê derketine holê û di dîmenan de Ahmet Şerîf wereyê çeteyan bi dikandaran dide nasîn. Niha rewşa wî nayê zanîn.

*Ahmet Halil (40)

Ji Suriyeyê (Reqa) ye. 22’yê Mijdara 2016’an ji Îdareya Koçberiyê ya Mêrsînê nasnameya biyaniyan wergirtiye. Derbarê wî de sala 2023’yan doz hatiye vekirin û hîn didome. Di dîmenên çeteyan de ew jî heye û pereyê DAIŞ’ê dide nasîn. 

*Eymen Eldahır (41)

Ji Suriyeyê (Reqa) ye. 30’ê Tîrmeha 2018’an li Enqereyê nasnameya biyaniyan wergirtiye. Navnîşana xwe wekî li navçeya Mamak a Enqereyê nîşan daye. Hatiye destpîtkirin ku 26’ê Tîrmeha 2023’yan ji Deriyê Sînor ê Cilvegozu yê bajarê Hatayê derbasî Suriyeyê bûye. Di dîmenan de ew jî pereyê DAIŞ’ê dide nasîn. 

*Beşar El Seyyah (34)

Ji bajarê Dêrazor ê Suriyeyê ye. 12’ê Çileya 2015’an li  bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê nasnameya biyaniyan wergirtiye. Sala 2023’yan navnîşana xwe wekî bajarê Elezîzê nîşan daye. Dîmen û wêneyên wî yên bi çek ên di nava çeteyan de hene.

*Mohammed Khalel Îbrahîm Al Shayıb (62)

Ji Iraqê ye. Li bajarê Bolû yê Tirkiyeyê nasnameya biyaniyan wergirtiye û wekî ku li wir rûdine hatiye nîşandan. Sala 2022’yan li bajarê Duzce yê Tirkiyeyê tevlî bûyerekê bûye û pêvajoya dadgehê ya adlî hatiye destpêkirin. Dîmenên wî yên di dema civîna çeteyan de hatine tespîtkirin. 

*Abdulmueen Alyousef (32)

Ji bajarê Idlib ê Suriyeyê ye. Li Stenbolê nasnameya biyaniyan wergirtiye û navçeya Avcilar a Stenbolê wekî navnîşan nîşan daye. Li dadgehek Stenbolê derbarê wî de doza endamtiya DAIŞ’ê hatiye vekirin.

SOZA GIRÊDANA BI EL-BEXDADÎ RE DAYE

*Maher Aljasem (32)

Ji bajarê Helebê yê Suriyeyê ye. Li Stenbolê nasnameya biyaniyan wergirtiye û navçeya Esenyurt a Stenbolê weke navnîşan hatiye nîşandan. Di qeydan de hatiye tespîtkirin ku di Şîrketa Anonîm a Bazirganî û Sînayî ya Metal û Tiştên Dekoratîf a bi navê Hakart de kar dike. Di dîmenên DAIŞ’ê yên ku sala 2023’yan hatine lêkolînkirin de, ev çete di destê wî de mîkrof nivîsa girêdana bi serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdarî re, dixwîne, çeteyên din jî dubare dikin. 

*Enes El Muhammed (40)

Ji Suriyeyê ye, nasnameya biyaniyan wergirtiye. 2021’an ji doza DAIŞ’ê hatiye darizandin.  Di dîmenên DAIŞ’ê yên ku sala 2023’yan hatine lêkolînkirin de, ev çete di destê wî de mîkrof nivîsa girêdana bi serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdarî re, dixwîne, çeteyên din jî dubare dikin.