Bi meşeke girseyî şehîd Ziyad Heleb bi bîr anîn

Fermandarê berxwedana taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd şehîd Ziyad Heleb bi meşeke girseyî li Qamişloyê hat bibîranîn.

13 ÇILE, 2026   14:51
QAMIŞLO

Hemwextî merasîma oxirkirinê ku li bajarê Kobanê tê lidarxistin, bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê bi meşeke girseyî fermandarê berxwedana taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd şehîd Ziyad Heleb bi bîr anî.

Meşa li bajarê Qamişloyê ji aliyê Însiyatîfa Gel ve bi dirûşma "Em bi rihê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê azadiya gelan ferz bikin" hat lidarxistin. Tevî bi hezaran şêniyên her çar bajaran ên ji hemû pêkhateyan, xwendekar, jin, kesên bitemen, nûnerên saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî tev li meşê bûn.

Meşê ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê", "Bi can bi xwîn em bi te re şehîd, "Şehîd namirin", "Berxwedan jiyan e" û "Şehîd Ziyad namire" hatin berzkirin. Her wiha pankartên bi nivîsên şermezarkirina sûcên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û piştgiriya gelên her du taxan hatin vekirin.

Meş li Qada Şehîd Rûbar veguherî mîtîngê û deqeyekê rêz hat girtin. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mahsûm Hesen axivî û şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi bîr anîn.

Mahsûm Hesen anî ziman ku berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ketiye dîrokê û dê neyê jibîrkirin û got: "Du taxên biçûk bi çekên giran hatin topbarankirin û bombebarankirin. Tevî giraniya êrişan şêniyan û hêzên wê 6 rojan di nava dorpêç û kêmbûna derfetan li ber xwe da."

Mahsûm Hesen anî ziman ku şehîd Ziyad Heleb û hevalên wî ne tenê ji bo Kurdan, li bo tevahî pêkhateyên Sûriyeyê û ji bo avakirina Sûriyeyeke azad û demokratîk canê xwe feda kirin. Her wiha destnîşna kir ku çi qas êriş û şer were kirin îradeya gelê Kurd naşikê.

Meş bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bû.

(b)

ANHA