Belavkirina alîkariyan li niştecihên gundewarê Laziqiyê dewam dike

Komeleya Mezopotamiya, belavkirina alîkariyên mirovî li gundewarê bajarê Lazqiyê didomîne.

Belavkirina alîkariyan li niştecihên gundewarê Laziqiyê dewam dike
22 gulan, 2025   16:20
NAVENDA NÛÇEYAN

20’ê Gulanê Komeleya Alîkarî û Geşkirinê ya Mezopotamyayê  bi hevkariya Desteya Kar û Barên Civakî ya Karkeran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 kamyonên  ji hezar û 500 selikên xwarinê pêk ber bi perava Sûriyeyê bi rê kiribû.

Karwanê alîkariyê ku ji Qamişlo bi rê ket û ji Hesekê, Reqa û Tebqayê derbas bû duh danê sibeha gihîşt gundewarê Laziqiyê. Belavkirina alîkariyan li şêniyên hewcedar hatibû destpêkirin.

Belavkirina alîkariyên mirovî ku şekirê çayê, beqle û zeytê pêk tê, bi hevkariya meclisên xwecih li niştecihên gundên Laziqiyê ya perava Sûriyeyê didomîne.

(bb)

ANHA