Rewşa Sûriyeyê û yekitiya Kurdan mijara civîna li Qamişloyê bû
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl anî ziman ku tevî astengiyan jî hewldanên yekitiya Kurdan ji 2013’an ve dewam dikin û got "Armanca lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî mîsogerkirina mafên Kurdan di Sûriyeya nû ya nenavendî de ye.”
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi hevkariya Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca nirxandina rewşa siyasî civînek bi dirûşma "Bi mîrasa şehîdan em ê civakeke demokratîk û azad ava bikin" li dar xist.
Civîn li Hola Zana ya li bajarê Qamişloyê bi beşdariya şêx û rûspiyan, nûnerên QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, Kongra Star, Kongreya Îslama Demokratk, rewşenbîr û çalakvan pêk hat.
Di civînê de endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl geşedanên siyasî nirxandin û got, tevî astengiyan ji sala 2013’an ve hewldanên yekrêziya mala Kurdî dewam dike û got lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî û lihevkirina li ser reşnivîsa siyasî ji bo mîsogerkirina mafên kurdan di Sûriyeyeke nenavnedî ye.
Xelîl diyar kir ku ew cudahî û parçebûna ji Sûriyeyê naxwazin, lê belê welatekî hevbeş ku mafên hemû pêkhateyên wê mîsoger bike, dixwazin.
Aldar Xelîl aşkera kir ku niyeta şandeya Rêveberiya Xweser ku pêkhateyê Kurd jî di nav de be di dema pêş de biçe same da ku belgeya siyasî pêşkêş bike her wiha diyar kir ku armanca wan dîtina çareseriyeke demokratîk e. Aldar Xelîl îşaret bi vê yekê kir ku divê destûreke nû were nivisandin ku nûnertiya tevahî Sûriyeyan bi hemû pêkhate, mezheb û beşên civakê bike.
Xelîl bal kişand ser dosyaya Efrînê jî û got dagirkeriya Tirk a li Efrînê dewam dike û tu saziyên sûriyeyî li Efrîn nin in. Her wiha ji bo vegera ewle ya koçberan li warê xwe banga avakirina komîteyên taybet kir.
Aldar Xelîl têkildarî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî da zanîn ku tevî lihevkirinên bi hikumeta Şamê re zehmetiyên niştecihên her du taxan dewam dikin û got, pêdiviya dosyayên wekî perwerde û infuse bi çareseriyê hene.
Aldar Xelîl di dewama nirxandinên xwe de qala berxwedana Bendava Tişrînê jî kri û got, eger bendava ketiba hinge wî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyyeyê di bin gafê de bûye. Xelîl got, parastina bendavê beşek ji projeyeke berfireh a berxwedanê bû.
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl bal kişand ser biryara PKK’ê ya dawîanîna têkoşîna çekdarî û destpêkirina têkoşîna siyasî û diyalogê û got berdewama fikrê apoyî wekî tevgera gel kûr e ku xwe dispêre hêza projeya demokratîk.
(bb)
ANHA