Xelkê Helebê sersaxî da malbatên her du şehîdan Hogir û Reşîd

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê sersaxî da malbata şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê şehîd Hogir Heleb û malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Reşîd Şêxo.

22 gulan, 2025   16:37
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê ji bo şervanê Hêzên Komandos ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Hogir Heleb û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Reşîd Şêxo konê sersaxiyê li Qada Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûdê hat vedan.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Reşîd Şêxo di 18'ê Gulanê de û şervanê Hêzên Komandos Hogir Heleb (Ebdurehman) di 15'ê heman mehê de şehîd bûn.

Di merasîmê de rêveberê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Şiyar Mihemed, endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê Rolyana Seydo û endama Kongra Star Fatme Hesen axivîn.

Şiyar di axaftina xwe de amaje bi her du şehîdan kir û got her du şehîdan bi fikra neteweya demokratîk bawer bûn û di oxira bilindkirina gotina azadî û rizgarkirina gelan ji qirêjiya çete û terorîstan de canê xwe feda kirin.

Rolyana jî got şehîd stûnên şoreşan in ku di oxira doza pêbawer de canê xwe da û diyar kir ku ew weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn heta pêkanîna hêviyên şehîdan ên avakirina welatekî azad û demokratîk li ser şopa wan in.

Li aliyekî din jî Fatme diyar kir ku rêya têkoşîna gelê Kurd a bidestxistina mafên xwe yên rewa de berdeawm dike û xebat li gorî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin.

Merasîm bi diruşmên "şehîd namirin" bi dawî bû.

(fr)

ANHA