Belavbûna leşkerî ya dagirkeriya Tirk… planên kolonyal

AKP a bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan, hewldanên ji bo vegerandina Împaratoriya Osmanî berdewam dike. Artêşa Tirk, piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî tu carî bi qasî niha li Rojhilata Navîn bi cih nebûbû.

Belavbûna leşkerî ya dagirkeriya Tirk… planên kolonyal
20 sibat, 2025   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN 
YEHYA EL HEBÎB

Piştî ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) li Tirkiyeyê bû desthilatdar, meyla wan a kolonyal li ba Erdogan û rayedarên wî zêde bû, bi hêviya berfirehkirina hegemonyayê û desteserkirina samanên welatên ku aloziyên siyasî û ewlehiyê lê hene.

Liv û tevgera dewleta Tirk a li herêmê û Sûriyeyê û Iraqê, vê yekê piştrast dike ku ev dewlet û serkêşên wê di axaftinên xwe yên ji bo vegerandina Osmaniyan de cidî ne.

‘NEO-OSMANÎZM’ LI SER ZIMANÊ LÎDERÊ AKP`Ê

Di sala 2003’yan de, piştî hatina ser desthilatê, serokkomarê wê demê yê Tirkiyeyê Abdullah Gul di hevpeyvîneke li gel rojnameyeke Tirk de wiha gotibp: “Fetisandina Tirkiyeyê di hundirê Anatolyayê de û di nava wan sînoran de hiştin, ne pêkan e, sînorên Tirkiyeyê yê niha ne yên fermî ne, bandor û berjewendiyên Tirkiyeyê sînorên wê derbas dike. "

Dema ku ji Gul hat pirsîn bê ka ev Osmaniyeke nû ye, got "Hûn çawa nav lê dikin, bikin. Balkan, Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn me ji nêz ve eleqedar dikin û Tirkiye tenê bi Anatolyayê ve girêdayî nabe. "

Rayedarên AKP`ê bi van daxuyaniyan peyamên dîrokî yên wekî Mîsaqî Millî didan.

Di Çileya 2019’an de wezîrê navxweyî yê berê yê Tirk Suleyman Soylu li ser mijara dayîna welatîbûna Tirk ji bo penaberên Sûriyeyê gotibû “Ew ji sînorên Mîsaqî Millî hatine” û amaje bi wê yekê kir ku mafên wan heye bibin Tirk.

Karbidestên dewleta Tirk derfetek jî ji dest neda ku dîroka bav û kalên xwe yên li Sûriyeyê bi bîr bînin. Di 8’ê Tebaxa 2011’an de Erdogan ku wê demê serokwezîr bû, got: "Sûriye ne mijareke derve ye, lê em wê wek karekî navxweyî ya Tirkiyeyê dibînin.”

Di 15'ê Tîrmeha 2012'an de Erdogan got: "Ji me re dipirsin çima em bi Sûriyeyê re mijûl in, ji ber ku em welatekî ku li ser bermahiyên Împaratoriya Bilind a Osmaniyan hatiye avakirin, neviyên Selçûqiyan in, em jî neviyên Osmaniyan in.”

Di 11’ê Çileya 2018’an de Erdogan gotibû: "Bakurê Sûriyeyê di nava sînorên Mîsaqî Millî de bû.”

Di 16’ê Îlona 2018’an de, rojek berî Rêkeftina Soçiyê, Erdogan got: "Em rejîma Sûriyeyê nas nakin û em dewleta Sûriyeyê nas nakin, eger hinek hêz bêjin ku li ser vexwendina Sûriyeyê li wî welatî ne, em li ser vexwendina gelê Sûriyeyê li wir in. Li Idlibê gel alên Rûsyayê û yên Amerîkayê hilnade, alên Tirkiyeyê hildide.”

RÊBAZÊN CUDA YÊN XWEGIHANDINA OSMANIYA NÛ

Di salên borî de, dewleta Tirk ji bo sepandina hegemonya û desteserkirina samanên welatan, piştgiriya partî û hêzên îslamî yên siyasî kir, heta piştgiriya komên cîhadîst ji kir, her wiha  dubendî di navbera gelên van welatan de çêkir û piştgîriya hin pêkhateyan li ser hesabê dinên din kir, û piştre hemû giraniya xwe ya siyasî û leşkerî da ser wê yekê ku hikûmetek an jî kesayetiyên nêzî xwe bîne ser desthilatdriya wan welatan, ji bo wê jî lihevkirinê neqanûnî û ne rewa pêk tîne.

LÎBYA MÎNAKEKE ZELAL A VÊ POLÎTÎKAYÊ YE

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin di 25ê kanûna 2019an de got: "Yên ku dîroka nûjen a Tirkiyeyê baş dizanin, bi awayekî zelal û rast fêm dikin ku ewlehiya Tirkiyeyê ji sînorên Mîsaqî Milî wêdetir dest pê dike, ji ber vê yekê em girîngiyê didin Lîbyayê."

Û careke din Îbrahîm Kalin got: "Di serdema globalbûnê de ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê ji sînorên Mîsaqî Millî wêdetir dest pê dike û mirov dikare bibêje ewên pirs dikin çi karê we li Lîbyayê heye, nêrîneke teng a wan kesan nîşan dide."

SÛRIYEYÊ... DAGIRKERÎ PIŞTRE LÊGERÎNA DESTHILATDARIYÊ

Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve rasterast hewl dide destwerdanê di krîza Sûriyê de bike û hêzên xwe şandin nav xaka Sûriyeyê û navçeyên berfireh dagîr kir û piştgiriya komên çetey ên girêdayî wê kirin, wek Artêşa Niştimanî.

Di salên derbasbûyî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Sûriyeyî bi armanca guhertina nasnameya herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî weke Cerablûs, El-Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, gelek kiryar pêk anîn. Lê li wê jî nesekinî.

Piştî rûxîna rejîma Esed li Sûriyeyê û hatina desthilateke nû û ji ber bandora dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyeyê, dewleta Tirk êdî behsa rêkeftinên siyasî, leşkerî bi vê desthilatê re kir û tevî ku welat qonaxa deerbasbûnê derbas nekiriye û ji ber vê yekê çi rêkeftinek çêbibe jî dê ne rewa be.

IRAQ… BAREGEHÊN LEŞKERÎ Û ŞANTAJ

Tevgerên dagirkeriya Tirk bi Sûriyeyê sînordar nîn in, her wha gihiştin Iraq û Başûrê Kurdistanê jî. Di Cotmeha 2016an de, piştî ku hikûmeta Iraqê beşdarbûna Tirkiyeyê di operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê yê bakurê Iraqê ji destê DAIŞ’ê qebûl nekir, serokkomarê Tirk Erdogan bersiva biryara Iraqê da û got: "Divê ew Mîsaqî Milliyê bixwînin da ku fêm bikin ka Mûsil ji bo me çi ye... Mûsil a me bû.”

Erdogan her wiha got: "Di dema ku em bûyerên li Sûriyeyê û Iraqê dijîn, divê nifşê nû tiştekî baş bizane ka Mîsaqî Millî çi ye, divê em vê yekê baş bizanibin, heke em li ser Mîsaqî Millî lêkolîn bikin, em ê berpirsiyariya xwe ya li Sûriyeyê û Iraqê baş fêm bikin û heke em bibêjin berpirsiyariya me li ser Mûsilê heye, divê em li ser maseyê bin û li meydanê bin."

Dagirkeriya Tirkiyeyê hebûna xwe li Başûrê Kurdistanê berfirehtir kiriye, ew jî bi rêya avakirina gelek baregehên leşkerî û piştgiriya hin hêzên sunnî û tirkmenan, her wiha li ser mijara avê şantajê li hikûmeta Iraqê dke da ku ew li dijî PKK’ê hevkariyê bike.

SOMALÎ… BAREGEHEKE LEŞKERÎ BI HINCETA PERWERDEYÊ LÊ ARMANC JI WÊ WÊDETIR E

Di sala 2017’an de, dewleta Tirk baregeha xwe ya herî mezin li dervayî xaka xwe li nêzî paytexta Somaliyê Mogadîşûyê ava kir, lê çavdêr dibêjin ku ew baregeh ji bo bihêzkirina bandora dewleta Tirk a li Afrîkayê ye. Ji dema serdana Erdogan a li Mogadîşûyê de, dewleta Tirk çav berdaye Somaliyê. Dewleta Tirk xizmetguzariyan pêşkêşî wê dike, lê ev xizmet hinceteke ji bo xurtkirina dewleta Tirk a li wî welatî ne.

(k)