Koçberên Efrînê: Heta ku xaka me dagirkirî be em nikarin vegerin

Koçberên ji kantonên Efrîn û Şehbayê got heta ku dewleta Tirk axa wan dagir bike û rê li ber vegerê bigire, aştiyeke rast pêk nayê. Her wiha destnîşan kirin ku hebûna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê li pêşiya vegereke ewle asteng e.

Koçberên Efrînê: Heta ku xaka me dagirkirî be em nikarin vegerin
Koçberên Efrînê: Heta ku xaka me dagirkirî be em nikarin vegerin
Koçberên Efrînê: Heta ku xaka me dagirkirî be em nikarin vegerin
Koçberên Efrînê: Heta ku xaka me dagirkirî be em nikarin vegerin
10 nîsan, 2025   03:50
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bakurê Sûriyeyê astengiyeke mezin e li pêşiya aramiyê û her wiha astengiya sereke ya li pêşiya vegera koçberan e.

Koçbera ji Efrînê Sûzan Zenûb ku li kantona Tebqayê di kampekê de dimîne, der barê mijarê de got: "Dagirkeriya Tirk bûye sedema tevlihviyê û rê daye çeteyan ji bo talankirin, revandin û zilmê li gelê xwecihî bikin. Heta ku Tirkiye axa me dagir bike û rê li vegera me bigire, em nikarin behsa aştiyeke rast bikin. "

Koçbera bi navê Roşîn Umer jî wiha got: "Malên me yên li Efrînê di bin dagirkeriya komên alîgirên Tirkiyê de ne. Niha em nizanin kî li wir dijî, û tu rê û dergertên me yên gihiştinê û daxwaza mafên xwe nînin. Em li welatê xwe wek xerîban dijîn em ditirsin vegerin, her roj em nûçeyên girtin û dizî û talanê dibhîzin. "

Roşîn Omer bang li rêxistinên navneteweyî û saziyên mafên mirovan kir ku bi awayekî rasteqîn bikevin nava liv û tevgerê û got: "Em ji bilî vegerê malên xwe, dûrî zilm, biçûkxistin û koçberiyê tiştekî din naxwazin.”

Koçberê ji bajarê Cindirêsê Silêman Reşo tekez dike ku "Dagirkeriya Tirkiyê sedema sereke ya berdewamiya alozî û nearamiyê li Sûriyê ye, û heta ku hebûna Tirkiyê û komên girêdayî wê bidawî neke her gotûbêja li ser lihevkirineke siyasî dê bibe xapandin.”

Reşo da zanîn ku kongreyên navneteweyî û înîsiyatîfên aştiyê têra bidawîkirina êş û azarên koçberên ku di konan de dijîn û hêviya vegerê ya nêz nake û got: "Em garantiyên navneteweyî dixwazin, hesab ji sûcdaran were pirsîn em dixwazin bê tirs vegerin.”

(k)

ANHA