‛Bawer in ku serkeftin para wan e’

Bi sedan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojên xwe bi coş û hezkirineke mezin li Bendava Tişrînê derbas dikin. Berxwedêrên li Tişrînê bawer in ku bê guman serkeftina para wan e.

‛Bawer in ku serkeftin para wan e’
‛Bawer in ku serkeftin para wan e’
‛Bawer in ku serkeftin para wan e’
‛Bawer in ku serkeftin para wan e’
‛Bawer in ku serkeftin para wan e’
‛Bawer in ku serkeftin para wan e’
‛Bawer in ku serkeftin para wan e’
‛Bawer in ku serkeftin para wan e’
‛Bawer in ku serkeftin para wan e’
‛Bawer in ku serkeftin para wan e’
‛Bawer in ku serkeftin para wan e’
‛Bawer in ku serkeftin para wan e’
‛Bawer in ku serkeftin para wan e’
‛Bawer in ku serkeftin para wan e’
‛Bawer in ku serkeftin para wan e’
‛Bawer in ku serkeftin para wan e’
16 adar, 2025   21:06
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Ji 8'ê Çileya ve bi hezaran şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Ermen û Turkmen berê xwe didin Bendava Tişrînê ku bendavê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêzin. Tevî êrişên balafirên şer û yên bêmirov ku di encamê de 25 welatî di nav de rojnamevan, siyasetmedar, rêveber û werzîşvan şehîd bûn, dîsa jî berxwedana wan di roja 68'an de bi moraleke mezin didome.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên curbecur, moraleke mezin û nimêjên înê rojên xwe yên li bendavê derbas dikin. Ew bendav jî êdî bi berxwedana dîrokî tê naskirin.

Di kombûna nobedarên ji Dêrazor, Reqa, Tebqa û yên kantona Firatê de, ajansa me nêrîna welatî Fatme Îbrahîm a ji Reqayê girt. Fatme wiha got: "Em hatine Bendava Tişrînê, bendava berxwedanê. Serkeftin wê para me be. Şêniyên Reqayên ji hefteyekê ve li bendavê ne û bi moraleke mezin nobedê digirin."

Fatme Îbrahîm wiha domand: "Em demên xwe bi stran û govendê derbas dikin. Divê tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe bide Bendava Tişrînê û tev li berxwedanê bibe, ji ber ku ew bendava serkeftin û azadiyê ye."

Welatî Ehmed Yabse yê ji Kobanê jî destnîşan kir ku her çiqas dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe giran bike dîsa jî berxwedana wan wê bidome û kes wê nikaribe îradeya wan têk bibe.

(mh/fr)

ANHA