Karmendên Şamê birêvebirina karên jinan bêyî ku zilamek pê re be red kir

Gelek karmendên desthilata Şamê yên li Qesra Edlê ya Helebê wergirtina belgeyan ji "jinan" bêyî ku mêrek pê re hebe, red kir, li kêlek wê jî gelek astengî ji wan re derxistin.

Karmendên Şamê birêvebirina karên jinan bêyî ku zilamek pê re be red kir
16 adar, 2025   21:20
HELEB
XIYAS ŞEMSEEDÎN

Jinên serdana Qesra Edlê ya li bajarê Helebê kirine, diyar kir ku gelek karmendên desthilata Şamê tawanên "şebîh (milîs)" ji kesên nêrîna wan qebûl nakin re, kirin. Wê yekê jî tirs û xofek di nava welatiyên li wir çêkir.

Ajansa me dîmenek ji bûyereke vê sibehê li Qesra Edlê ya li taxa Cemiyet El Zehra ya Helebê çêbûye, bi dest xist.

Her wiha çavkaniyan jî diyar kir ku gelek karmendan, bi hincet û astengiyên dûrî mentiqê, red kir ku belgeyên fermî ji jinan wergirin.

Li gorî jina S.A. ji ajansa me re gotiye, karmendê ji hêla desthilata Şamê ya niha li Qesra Edlê hatiye tayînkirin, ji wê xwest ku mêrek pê re hebe (biçûk be jî dibe) da ku belgeyên xwe temam bike yan jî doza xwe bişopîne. Ev yek ji gelek jinan re hate gotin.

(fr)

ANHA