Başûrê Lubnanê, pêşbaziya Trump û Pûtîn û şerê li Sûdanê rojevên rojnameyên erebî ne

Hişyarî hene ku senaryoya Xezayê li başûrê Lubnanê dubare bibe. Pêşbaziya di navbera Trump û Pûtîn de ya ji bo kontrolkirina pergala global zêde dibe. Piştî ku bajarê Faşir kete destê Hêzên Piştevaniya Lezgîn rewşa Sûdanê aloztir dibe.

Başûrê Lubnanê, pêşbaziya Trump û Pûtîn û şerê li Sûdanê rojevên rojnameyên erebî ne
27 cotmeh, 2025   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên vê sibehê de bal kişand ser metirsiyên ku senaryoya Xezayê li başûrê Lubnanê dubare bibe, pêşbaziya di navbera Trump û Pûtîn de ji bo rêvebirina pergala cîhanê, her wiha guhertinên leşkerî û siyasî li Sûdanê piştî ku bajarê Faşir kete destê Hêzên Piştevaniya Lezgîn.

Der barê rewşa Lubnanê de, rojnameya Al Modon hişyarî li ser dubarekirina senaryoya şerê Xezayê li başûrê Lubnanê da. Rojnameyê îdia kir ku vekirina eniyeke paralel li dijî Îsraîlê rê li ber wêrankirina bakur û gelemperiya Xezayê negirt.

‘PÛTÎN Û ŞAHIYÊN TRUMP’

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da guhertina hevsengiyên di navbera Moskov û Washingtonê de û destnîşan kir ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî şerê Ukraynayê ronahiya xwe ya siyasî ji dest dide. Di heman demê de serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump piştî vegera xwe ya li Qesra Spî, careke din bala civata navneteweyî kişand.

Rojnameyê, Trump wek "Qeyserê nû" bi nav kir ku "bi rêya tevgerên dîplomatîk ên li Asyayê (Japonya, Koreya Başûr, Malezya û Çînê), nîşaneyên pergala global ji nû ve saz dike. Rojnameyê ev tevger wek beşeke "peymanên xaçerêyî" bi nav dike ku mijarên bazirganî, ewlehî û siyasî bi hev ve girê dide.

Li gorî rojnameyê, Trump dixwaze îspat bike ku DYA tevî guhertinên bilez jî hêza sereke a li Asyayê ye.

‘SÛDAN: HILWEŞÎNA FAŞIRÊ Û PÊŞBIRKA LIHEVKIRINAN’

Hêzên Piştevaniya Lezgîn duh kontrolkirina bajarê Faşir û Darforê ragihand. Der barê mijarê de rojnameya El Quds Erebî piştrast kir ku ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn Firqeya 6’an a bajarê Faşir kontrol kir û artêşa Sûdanê ber bi eniya rojavayê bajar ve vekişiya. Rojnameyê îşaret pê kir ku ev yek hemwextî dan û standinên şandeyên her du aliyan li Washingtonê ku bi sponseriya Tirkiyeyê têne kirin, pêk hat.

Li gorî rojnameyê, Xertûm dixwaze DYA, Hêzên Piştevaniya Lezgîn wek rêxistineke terorîst destnîşan bike, lê DYA li peymaneke stratejîk digere ku Sûdanê ji eniya Rûsyayê dûr bixe û zextê li Îmaratê bike ku piştgiriya xwe ya leşkerî û lojîstîk a ji Hêzên Piştevaniya Lezgîn re rawestîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku geşedanên dawîn metirsiyan çêdikin ku di navbera hikumeta Xertûmê (alîgira artêşê) û Hêzên Piştgiriya Lezgîn a deverên berfireh li rojava û başûr kontrol dikin de dabeşbûneke erdnîgarî û siyasî ya mezin çêbe.

(bb)