Li Eyn Îsayê ciwanek birîndar bû

Li gundewarê Eyn Îsayê ciwanek ji ber teqîna mayînekê birîndar bû.

Li Eyn Îsayê ciwanek birîndar bû
27 cotmeh, 2025   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanê bi navê Îsamîl Yasîn (25) ji bajarê Eyn Îsayê ye îro ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer birîndar bû.

Li agahiyên ku nûçegihanên me dane, Îsamîl Yasîn dema li devera Meşrefa (2 km li rojhilatê navenda bajarê Eyn Îsayê ye) erd  cot dikir mayînek pê de teqiya û birîndar bû.

Îsamîl destpêkê rakirin nexweşxaneya Omer Elûş a li bajarê Eyn Îsayê piştre wî birin nexweşxaneyên bajarê Reqayê.

(bb)

ANHA