Barana gur 100 malên li gundekî Dêrazorê hilweşandin

Di encama barana gur a li kantona Dêrazorê de nêzî 100 malên heriyê û çementoyê yên li gundewarê rojavayê kantona Dêrazorê hilweşîn.

Barana gur 100 malên li gundekî Dêrazorê hilweşandin
Barana gur 100 malên li gundekî Dêrazorê hilweşandin
Barana gur 100 malên li gundekî Dêrazorê hilweşandin
Barana gur 100 malên li gundekî Dêrazorê hilweşandin
Barana gur 100 malên li gundekî Dêrazorê hilweşandin
Barana gur 100 malên li gundekî Dêrazorê hilweşandin
Barana gur 100 malên li gundekî Dêrazorê hilweşandin
Barana gur 100 malên li gundekî Dêrazorê hilweşandin
Barana gur 100 malên li gundekî Dêrazorê hilweşandin
4 mijdar, 2024   17:00
DÊRAZOR

Li kantona Dêrazorê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê barana gur û bahoz, di encamê de lehî û golên avê çêbûn, herî zêde baran li gundewarê rojavayê kantonê bariya.

Nûçegihana me diyar kir ku di encama barana gur û lehiya li gundê Qesîbe yê bajarê Cezrat ê gundewarê rojavayê Dêrazorê jinekê jiyana xwe ji dest da, zirarên mezin bi mal û milkên welatiyên gund û derdora wê û çandiniyên kuncî û pemboyê bûn.

Welatiyê Hisên El Mihemed ê ji heman gundî diyar kir ku di encama barana gur de nêzî 100 malên herî û çementoyê hilweşîn, jinekê wefat kir û bi sedan sewal di nav de 150 mih û gelek çêlek, mirin.

El Mihemed anî ziman ku ji ber zirarên li malan nêzî 80 malbat bê cih û war ma.

Her wiha zeviyên kuncî û pembo birin bi lehiyê re çûn.

(fr)

ANHA