Lîga Rêzbendiya Yaneyên Futbolê a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir

Yekitiya Werzîşê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Xuleya Rêzbendiya Yaneyên Rojhilatê Sûriyeyê Goga Piyan a Xortan’ dest pê kir.

Lîga Rêzbendiya Yaneyên Futbolê a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
Lîga Rêzbendiya Yaneyên Futbolê a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
Lîga Rêzbendiya Yaneyên Futbolê a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
Lîga Rêzbendiya Yaneyên Futbolê a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
4 mijdar, 2024   17:16
QAMIŞLO

Yekitiya Werzîşê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Xuleya Rêzbendiya Yaneyên Rojhilatê Sûriyeyê Goga Piyan a Xortan’ ku ji sê koman pêk tên de, di asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de bi giştî 19 tîmên fubolê cîh digrin.

Li gor vê komên tîmê futbolê wiha ne:

Kantona Cizîrê: Tîmên Serêkaniyê, Berxwedan, Asayîş, Serdem, Gilgamêş û Sanadîd cîh digrin.

Kantona Firat û Minbicê: Tîmên Minbic, Şebîba Minbic, Nesrîn, Furad Kobanê, Kobanê û Seho cîh digrin.

Kantona Reqa û Dêrazorê:  Tîmên Emnil Daxinî, Umel Furad, Cizîred, Ebu Herdub, Derinc û El Hisan El Şemal cîh digrin.

Di musabeqeyên ku îro dest pê kirin de, wê her komên ku ji 6 tîman pêk tên, din ava xwe de navê 4 tîmên serkeftî di lîga asta yekemîn a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de bidin nivîsandin, yên din jî wê di asta duyem de cihê xwe bigirin.

Di mûsabeqeyên ku îro dest pê kir de; tîmên Serêkaniyê û Berxwedan li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo, tîmên Şebîba Minbic û Nesrîn li Yarîgeha 4’ê Nîsanê ya bajarê Micbicê û tîmên Emal Furad û Emnil Daxinî li Stadyuma Beledî ya bajarê Reqayê hatin beranberî hev.

Mûsabeqeyên ku 4’ê Mijdarê (îro) dest pê kir, wê heya 22’yê Mijdarê (2024) dom bike.

(bm)

ANHA