Konseya Mafên Mirovan dê êrişên Îranê yên li ser Kendavê gotûbêj bike

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dê sibê ji bo gotûbêjkirina bandorên êrişên Îranê yên li ser welatên Kendavê civîneke awarte li dar bixe.

Konseya Mafên Mirovan dê êrişên Îranê yên li ser Kendavê gotûbêj bike
24 adar, 2026   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dê roja Çarşemê ji bo gotûbêjkirina bandorên êrişên Îranê yên li ser welatên Kendavê civîneke awarte li dar bixe. 

Di daxuyaniyekê de ku îro hat weşandin, konseyê diyar kir ku “têkildarî êrişên leşkerî yên Îranê yên li ser Behreyn, Îmaratên Erebî, Kuweyt, Qeter, Erebistana Siûdî, Uman û Urdunê ku sivîl û binesazî hedef girtin û bûn sedema kuştina mirovên bêguneh" dê çend welat pêşnûmeya biryarnameyekê pêşkêşî wê bikin.

Pêncşema borî, welatên Konseya Hevkariyê ya Kendavê, der barê êrişên Îranê yên li ser hedefên sivîl û binesaziya enerjiyê ya li seranserê Rojhilata Navîn de, daxwaza civîneke awarte ya Konseya Mafên Mirovan a NY`yê kiribû.