Bangewaziyên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin

Bi hezaran şêniyên Minbicê bi dirûşma "Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e" meşiyan.

28 sibat, 2024   14:17
MINBIC

Bi hezaran şêniyên kantona Minbicê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantonê û saziyên wê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, rûspiyên herêmê û partiyan ji Çerxerêya El Mîzan a li Minbicê ta Çerxerêya El Delo meşiyan.

Li çerxerêya El Delo hevseroka Nivîsgeha Xebatan a Meclisa Herêma Rojhilat Raba Bekro axivî û got: "Ji vir em bang dikin ku azafiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Ji ber ku em fikrê azadiyê ji Rêber Abdullah Ocalan digirin ku ji bo azadiya gelan canê xwe feda kir."

Raba diyar kir ku ev dev ji têkoşînê bernadin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Endamê rêxistinên civaka sivîl a kantona Minbicê Îsmaîl Qetwan bang li aliyan kir ku ji zulmna liser gelan û rêberê wan bi dawî bikin û wiha domand: "Daxwaza me ya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, şahidiya me ye ku em bi edalet, heq, azadî û rûmetê bawer dikin. Ev Rêberê me ye ku ji bo doza adil a gelên bidest canê xwe feda kir. Heq dike ku jiyaneke azad dûrî zindanên zulm û çewisandinê bijî."

Qetwan bang li gelên cîhanê kir ku li hember çewisandin û zulma dewleta dagirker serî hildin, ji bo armancên esilzade bibin yek û ji bo pêşerojeke geş bi lehengî li ber xwe bidin.

Endamê Însiyatîfa ji bo Azadiy Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Husam El Şewax jî got: "Doza Rêber Abdullah Ocalan ne tenê doza gelekî ye lê belê doza gelên di bin sîwana neteweya demokratîk de dijîn û doza mirovahiyê ye."

El Şewax diyar kir ku her kes dizane kilîta çareseriya pirsgirêkên herêmê di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye û ji bo ku çareser bibin divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

(şx)

ANHA