Çalakvanên ji Siwêdayê: Sûcên li perava Sûriyeyê rawestînin!

Çalakvanên ji Siwêdayê banga parastina sivîlên li perava Sûriyeyê û hesabpirsînê ji sûcdaran kir. Çalakvanan ji bo avakirina dewleteke demokratîk jî banga diyaloga nîştimanî ku tevahî pêkhateyên Sûriyeyê tev lê bibin, kir.

Çalakvanên ji Siwêdayê: Sûcên li perava Sûriyeyê rawestînin!
11 adar, 2025   07:25
SIWÊDA

Têkildarî şerê li perava Sûriyeyê yê di navbera komên çekdar û hêzên desthilata Şamê de û pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan de, çalakvan ji ajansa re axivîn.

Çalakvanê bi navê Husam Birêk diyar kir ku şerê vê dawiyê bû sedem ku sivîl canê xwe ji dest bidin û wiha got: "Em hemû bi vê yekê re ne ku hesab ji sûcdaran û bermahiyên rejîma berê pê pirsîn, lê divê hesabpirsîn bi rêyên qanûnî be. Divê tu kes li hember zilmê bê deng nemîne, ji ber bêdengiyê me 54 salan êşa despotîzmê kişand ta gihaştin ew qasî kîna taîfî."

Husam Birkê anî ziman ku gelê Sûriyeyê rêveberiya kesên biyanî yên ji Çeçenistan, Efganistan û Tirkiyeyê hatine qebûl nake.

Çalakvana bi navê Rîm Ezam tundî û komkujî şermezar kir û got: "Gelê Sûriyeyê ji bo azadî û aştiyê rabûye, ne ji bo ku DAIŞ’î cihê rejîmê bigirin û heyfê hilînin.”

Rîma Ezam bang li tevahî dewletan û rêxistinên hiqûqî kir ku li hemberî tundiyê bisekinin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em Sûriyeyeke azad dixwazin ku tevahî sûriyeyan bihewîne, rûmeta wan biparêze û edalet û wekheviyê mîsoger bike.”

Çalakvanê bi navê Lûey Hemze jî da zanîn ku redkirina tundiyê nayê wateya parastina bermahiyên rejîmê û wiha pê de çû: “Em parastina tu kesî nakin û çi kesên ku li hemberî dewletê rabûne divê hesab bidin, lê ma çi gunehê zarok, jin û îxtiyaran e ku li peravên Sûriyeyê têne qetilkirin. Ferqa komkujiyên Ehmed El Şera û rejîma Beşar El Esed çi ye? Ji ber çi çekdarên Efgan, Ozbek, misirî, Tirk û pakistanî li peravên Sûriyeyî komkujiyan li dijî sivîlan dikin?"

Lûey Hemze anî ziman ku desthilata Şamê berpirsê komkujiyên li peravê ye û jê xwest ku çekdarên biyanî ji welat derxe û got: "Ne tenê yên ku guleyan diavêjin sûcdar in, di heman demê de kesên ku çek dane wan da ku komkujiyan bikin jî sûcdar in."

Çalakvanê bi navê Hafiz El Xetîb jî komkujiyên li perava Sûriyeyê şermezar kirin û anî ziman ku eger ev sûc dewam bikin dê bibe sedema rûxandina hikumeta El Colanî.

El Xetîb ji bo avakirina dewleteke demokratîk jî banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî kir ku hemû hemû pêkhateyên Sûriyeyê tev lê bibin. Her wiha diyar kir ku domandina tundiyê dê li şûna aştiyê, parçebûnê zêdetir bike û şer gurtir bike.

(bb)

ANHA