"Banga rêber derfeteke dîrokî ye"

Malbatên şehîdan diyar kirin ku aştî bi yekalî pêk nayê, her wiha desnîşan kirin ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê planeke zelal pêşkêş kiriye û gotin ku "bangawaziya wî derfeteke dîrokî ye û divê dewleta Tirk li hemberî vê bangê helwesteke erênî nîşan bide.

"Banga rêber derfeteke dîrokî ye"
10 hezîran, 2025   02:35
AMÛDÊ
SÎMAV MEHMÛD

Piştî bangawaziya di 27’ê Sibatê, malbatên şehîdan ên bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin, da pêvajoyê bi rê ve bibe. 

Mihemed Seîd Ferso der barê mijarê wiha got: "Banga ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye kirin ne tenê ji bo Kurdan bû, lê belê ji bo hemû civakan e, ew bang pêngaveke pîroz e ji bo jiyana aştiyane û di nava gelên cîhanê deng veda û hate piştgirîkirin, ji ber ku banga aştî û demokrasiyê ye. "

Ferso di dewama axaftina xwe de got, "Dewleta Tirk a dagirker tevî ku PKK'ê di kongreya xwe ya 12'emîn de dawî li têkoşîna çekdarî anî jî, hîn jî polîtîkaya xwe ya berê ya qirkirin û paşguhkirina gelê Kurd didomîne. Heta îro Tirkiyeyê ji bo aştiyê gaveke berçav neavêtiye. "

Her wiha got, "Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan banga aştiyê dike û ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk her dem têdikoşe, divê azadiya wî ya fîzîkî were pêkanîn. "

Zekiya Derwîş jî diyar kir ku aştî bi yekalî pêk nayê û Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê projeyeke zelal daye destpêkirin. Her wiha got, "Banga Rêber Abdullah Ocalan derfeteke dîrokî ye û divê dewleta Tirk li hemberî vê bangê helwesteke erênî nîşan bide. "

Salîha Mistefa destnîşan kir ku "Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê gavên girîng û erênî avêtine, lê dewleta Tirk a dagirker her pêngava aştiyê ya erênî na pejirîne. "

Salîha her wiha got "aliyek hewl dide aştî û çareseriyê bibîne, aliyek din jî li ser riya bêdengî û înkarê berdewam dike." Salîha di berdewamiya axaftina xwe de got, "Eger bi rastî niyeta dewleta Tirk a dagirker ji bo aşîtiyê heye, divê gavên berbiçav bavêje, di serî de  pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. "

(k)

ANHA