Leşkerên Tirk li gundekî Kobanê cotkar gulebaran kirin

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sînor cotkarên gundê Kor Elî yê Kobanê, dema darên xwe av didan, gulebaran kirin.

Leşkerên Tirk li gundekî Kobanê cotkar gulebaran kirin
9 hezîran, 2025   20:03
KOBANÊ

Nûçegihana me ji bajarê Kobanê ragihand ku leşkerên dewleta Tirk a dagirker (Cenderma) yên li ser sînorê bi ser Bakurê Kurdistanê ve bi cih bûne bi guleyan cotkarên gundê Kor Elî yên li gundewarê rojavayê Kobanê kirine armanc.

Nûçegihan anî ziman ku cotkaran li zeviyê xwe ku çend metreyan ji sînor ve dûr e darên xwe yên zeytûnê av didan. Der barê birîndarî yan jî ziyanên canî de nûçegihan tu agahiyên dîtir bi dest nexistin.

Di Gulanê de jî rewşên hedefgirtina gundiyên li gundewarê Kobanê ji hêla leşkerên dewleta Tirk ve hatine tomarkirin. Leşkeran 2 zarokên ku pezê xwe diçêrandin gulebaran kirin, lê birîndar nebûn, lê ji ber guleyên yekser çend pezên wan telef bûn.

Her wiha beriya çend kêliyan jî, leşkerên jenetoreke kehrebê ya welatiyekî gulebaran kir û zirar gihandê.

(fr)