Li Besra Şamê cenazeyê jinekê hat dîtin

Li bajarê Besra Şam cenazeyê jinekê ku ji duh de winda bû, di maleke xirabe de hat dîtin.

Li Besra Şamê cenazeyê jinekê hat dîtin
12 mijdar, 2025   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Besra Şam ê li rojhilatê Derayê cenazeyê jinekê ku ji duh de winda bû, di maleke xirabe de hat dîtin.

Li gorî çavkaniyên xwecih navê jinê Rewan Ebûsbah e û ji Şamê ye, lê li Besra Şamê dima. Sedemên qetilkirinê nehatine zanîn.

Çavkaniyan da zanîn ku 2 gumanbar hatine destgîrkirin da ku lêpirsîn bi wan re were kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hevjînê Rewan Esbûsbahê di Nîsana 2023'yan de kuştî li rojhilatê Derayê hatibû dîtin.

Li gorî raporan ji destpêka 2025'an ve 344 sûcên qetilkirinê ku sûcdarên wan nenas in, hatine pêkanîn. Ji kuştiyan 29 zarok û 62 jî jin in.

(mh(