Şandeya Îmraliyê serdana serokê CHP’ê kir

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê serdana serokê giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel kir.

Şandeya Îmraliyê serdana serokê CHP’ê kir
7 ÇILE, 2025   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê yên li gel partiyên siyasî yên nûnertiya wan li meclisa Tirkiyeyê hene, didomin. 

Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ku di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû û hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, îro jî bi serokê giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtinê dikin.

Hevdîtin, li odeya Ozel a li Meclisê hate kirin. Sekretera giştî ya CHP’ê Selîn Sayek Boke, cîgira serokê giştî yê CHP’ê Gokçe Gokçen û serokwekîlê Koma Meclisê yê CHP’ê Gokhan Gunaydin jî tev li hevdîtinê bûne.