Balafirên şer Şarbajêr bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 3 caran devera Kêwî Kurîs, Dola Kuwêrekan û Dola Jajolanî yên li bajaroka Şarbajêr ya ser bi Silêmaniyê bombebaran kirin.

Balafirên şer Şarbajêr bombebaran kirin
6 sibat, 2025   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên Rojnewîs’ê beriya çend kêliyan balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 3 caran devera Kêwî Kurîs, Dola Kuwêrekan û Dola Jajolanî yên li bajaroka Şarbajêr ya ser bi Silêmaniyê bombebaran kirin.

Di derbarê ziyanên bombebaranê de agahî bidest neketin.

Li aliyê din jî heta niha aliyên peywendîdar di derbarê ziyanên bombebaranê de ti agahî parve nekirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye par di encama êrişên dewleta Tirk de 33 welatiyên Başûrê Kurdistanê şehîd bûn û 19 jî birîndar bibûn. Nêzî 68 hezar donim erazî, bax û daristan jî şewitîbûn.

Ji serê salê ve jî di encama bombebaran û topbaranên artêşa Tirk de 6 welatî û 2 pasevanên sinor yên Iraqê jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.