Di ‘Seydnayaya Efrînê’ de mirov bi saxî tên biraştin

Ji sermiyanê malê bû kesekî bêbîr û bêrih ku ji bilî çend ferdên malbata xwe her kes ji bîr kiriye. Laşê wî hat biraştin, neynûkên wî hatin rakirin û goştê wî ji hestiyên wî hat qutkirin.

Di ‘Seydnayaya Efrînê’ de mirov bi saxî tên biraştin
Di ‘Seydnayaya Efrînê’ de mirov bi saxî tên biraştin
Di ‘Seydnayaya Efrînê’ de mirov bi saxî tên biraştin
Di ‘Seydnayaya Efrînê’ de mirov bi saxî tên biraştin
Di ‘Seydnayaya Efrînê’ de mirov bi saxî tên biraştin
Di ‘Seydnayaya Efrînê’ de mirov bi saxî tên biraştin
Di ‘Seydnayaya Efrînê’ de mirov bi saxî tên biraştin
Di ‘Seydnayaya Efrînê’ de mirov bi saxî tên biraştin
Di ‘Seydnayaya Efrînê’ de mirov bi saxî tên biraştin
6 sibat, 2025   13:02
HELEB
MIHEMED EBDO

M.S. bavê 3 zarokan e. 42 rojan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatibû revandin û her cure îşkence lê hatin kirin. Niha jî wekî bedeneke bêrih û bêbîranîn e.

Malbata M.S. ji tirsa ku komên çete yên dewleta Tirk a dagirker tehdeyê li xizmên wan ên li Efrînê mane bike, nexwest navê wî were aşkerakirin û wêneyên wî werin kişandin.

Di 3 saetan de ku em li gel M.S. rûniştin, me hewl da hinek agahiyan der barê serpêhatiya wî de bizanin, lê hişê wî pê re nebû alîkar. M.S. ji bilî çend ferdên malbatê her tişt ji bîr kiriye. Di dawiyê de me bi alîkariya malbatê û bijîşkan beşek ji sûcên ku li dijî wî hatine kirin, nas kirin.

Serpêhatiya biêş a M.S. 1’ê Kanûna 2024’an bi dagirkiriya çeteyên dewleta Tirk a li gundên kantona Efrîn- Şehbayê dest pê kir. Di wê dîrokê de M.S. ji ber nasnameya xwe ya kurdî hat revandin û ber bi cihekî nediyar ve hat birin. Di wê demê de her cure îşkence lê hat kirin. Çeteyan piştî ew revand, sewqî girtîgeha Maratê ya herî xirab a li Efrînê kir ku ji aliyê çeteyên "El Hemzat" û MÎT’ê ve tê birêvebirin.

‘DEMA LI QURANÊ GUHDARÎ DIKIRIN, ÎŞKENCE LI ME DIKIRIN’

M.S. gotinên wekî "Wî bişewitînin.. wî bixeniqînin.. hûn kafir in..hûn diz in" bi bîr tîne ku çeteyan di dema îşkencekirinê de ji wan re digotin.

M.S. dema ku dengê derî guhdar dike rûyê xwe vedişêre, dilerize û ji tirsan qîr dike. Dema ku kamereya me dît jî, tirsek ket dilê wî ku wisa fikirî ku kamere alaveke îşkencekirinê ye. M.S. diyar kir ku li çeteyan li ber dengê Quranê îşkence li wan dikirin.

Bijîşk jî diyar kir ku ew bi mûcîze ji mirinê rizgar bûye û got: "Bi awayekî hovane îşkence li hemû bedena wî hatiye kirin, 4 diranên wî hatine şikandin, lêvên wî hatine qelişandin û bi kulman rûyê wî hatiye xistin."

M.S. diyar kir ku di rojekê de 150 carî bi qamçiyan lêdan xwariye û ser hişê xwe çûye ku hîna jî şopên qemçiyan li ser bedena wî xuya ne.

TILIYÊN LINGÊ WÎ JÊKIRIN

Li gorî rapora bijîşk, 9 tiliyên lingê wî bi birek an amûreke bira hatine birîn.

Bijîşkan diyar kir ku çeteyan, M.S. neçar kiriye ku li ser tiştek germ bisekine, lewre paniyên lingê wî di pileya 3’yan de şewitîne û goştê lingê wî bi amûra germ a li ser sekiniye, zeliqiye mîna ku bi saxî hatiye biraştin.

Li ser pirsa ‘çi li te kirin?’ M.S. dibêje: "Dibêjin 11 emeliyet ji min re çêkirine û hemû serkeftî derbas bûn."

JI BO HER HEBEKÊ 500 HEZAR LÎRE XWESTIN

Bijîşkan diyar kir ku ku beriya revandinê hin nexweşiyên demarî bi M.S. re hebûn û derman bi kar dianîn. Malbatê piştrast kir ku cureyekî konvulsîyonê pê re çêdibe, lê ji ber çeteyan derman li ser wî qedexe kir, rewşa wî girantir bû û îşkenceya hovane jî bû sedem ku beşeke mezin ji bîra xwe ji dest bide.

Çeteyan ji bo serbestberana M.S. 2 hezar dolarê amerîkî xwest, lê malbatê ji ber rewşa aborî ya xirab nikarî vî miqdarê pere peyda bike. Der barê şandina dermanan de jî, çeteyan ji bo her hebekê 500 hezar lîre dixwest.

Piştî 42 roj di ser revandina M.S. re derbas bûn, şêniyekî ew wek termekî li erdê li pêşiya Nexweşxaneya Leşkerî ya Efrînê dît û nasnameya wî jî li cem wî bû. Şênî bi rêya nasnameya wî xwe gihand xizmên wî. Xizmên wî jî yekser ew bir nexweşxaneyeke li Helebê.

LANETA SEDNAYAYÊ HÊ JÎ LI PEY SÛRIYEYIYAN E

Tevî ku sûriyeyî ji rejîma Beşar Esed xelas bûn, lê laneta Girtîgeha Seydnayayê li girtîgehên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi taybetî ên li Efrînê ve dewam dike.

(bb)

ANHA