ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-12-2025
26 kanûn, 2025   02:00

Metranê Cizîr û Firatê yê Metraniya Ortodoks a Suryanî bi boneya Cejna Noelê peyamek da û diyar kir ku pêwîstî bi xurtkirina aştî, bidawîkirina şer û terorê li Sûriyeyê heye. Metran bang li Sûriyeyiyan kir ku nakokiyên xwe di nava xwe de çareser bikin, ji kîndariyê bi dûr bikevin, bi hev re sala nû bikin sala diyalog û yekitiya neteweyî di nava tevahî pêkhateyan de.

Pirsgirêka malên şêniyên çiyayê Şêx Eqîl ê bajarê Babê yê dagirkirî êşa şêniyan û dagirkeriya Tirk a ku baregeha xwe li şûna wan malên ava kiriye, vedibêje. Li hemberî vê destwerdanê saziyên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê heta niha tu bertek nedane.

Wezareta Dadê ya Sûriyeyê giştînameyek ji bo wesayetiya li ser zarokan derxist, di giştînameyê de mafê jinan ê wesayeta li ser zarokan tune ye. Li hember vê giştînameyê jinan bertekên xwe nîşan dan û got ev li dijî tevahî jinan binpêkirin e, hem ji bo zarok hem jî dayikê zehmetî ye.

Çalakvana siyasî û rojnamevan Însaf Silêtîn destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide bandorê li pêvajoya li Sûriyeyê bike û got "Tirkiye hewl dide herêmên Sûriyeyê veguhêze qadên ezmûn û zextê. Serdana hikumeta veguhêz ji bo Moskovê bi armanca ji nû ve danîna xetên bandorkirinê ye.”

Di sala 2025’an de jî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam kirin. Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê jî qaşo ji bo agirbestê peymanek îmze kiriye, gelek caran peyman binpê kiriye. Şervanên QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya gelên herêmê li hemberî êrişan li ber xwe dan.

Yekitiya Bijîşkên Diranan a bajarê Hesekê konferansa xwe ya 3ˊyemîn li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN