Li dijî gundewarên Sirîn û Kobanê êriş

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora bajarê Sirînê û gundewarê wê bombebaran dikin. Gundewarê başûrê Kobanê jî bi çekên giran tên topbarankirin

Li dijî gundewarên Sirîn û Kobanê êriş
13 sibat, 2025   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de bombeyan li derdora bajarê Sirînê û gundewarê wê dibarînin.

Di heman demê de gundê Tîna, Pira Qereqozaqê û Sirînê yên li başûrê Kobanê bi çekên giran tên topbarankirin.

Der barê encamên topbaran û bombebaranê de agahî nehatin bidestxistin.

(bb)

ANHA