Balafirên şer Biradost bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk piştî Binarê Qendîl û devera Pişder herêma Biradost jî bomebaran kirin. Hat gotin di van kêliyan de jî balafirên şer li ser asîmanê Biradost û Balekayetî digerin.

Balafirên şer Biradost bombebaran kirin
7 mijdar 2023   22:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeya Rojnews′ê, beriya çend kêliyan balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera Geruy Singan, Kuwêstanî Sinîn û gundê Bêrkme yên ser bi bajarokê Sîdekan ê girêdayî parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin.

Hat gotin cihên hatine bombebaran kirin cihên niştecihbûnê ne û ziyanên êrişê nayê zanîn.