Balafirên Tirkiyeyê gundên Qendîlê bombebaran dikin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi nizmî li ser Binarê Qendîl û Pişder digerin. Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê jî got. “Dengê bombebaranê li nêzî gundê Bokrîsan hatiye bihîstin û heta niha jî bombebaran berdewam e.”

Balafirên Tirkiyeyê gundên Qendîlê bombebaran dikin
7 mijdar, 2023   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm ji Rojnews re ragihand, balafirên şer bi nizmî li ser asîmanê Binarê Qendîl û Pişder re difirin. Gundê Bokrîsan û çend gundek din ên Binarê Qendîlê bombebaran dikin. Dilşêr Îbrahîm got, heta niha jî bombebaran berdewam e û zirar û ziyan nayên zanîn.

Duh piştî saetên nîvro jî balafirek dewleta Tirk a dagirker gundê Boskênî yê ser bi navçeya Ranyayê sivîl bombebaran kiribû. Di encama êrişê de du welatî bi giranî birîndar bibûn.