Balafirên Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir

Çavkaniyên ji Lubnanê ragihand ku balafirên bêmirov ên Îsraîlê li başûrê Lubnanê mal bombebaran kirin.

Balafirên Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir
30 adar, 2025   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Lubnanê ragihand ku balafirên bêmirov ên Îsraîlê serê vê sibehê li bajarokê Keferkêla yê başûrê Lubnanê gelek mal bombebaran kirin. Lê der barê zirarên canî de tu agahî nedan.

Ajansa National News a Lubnanê (ANN) duh ragihandibû ku li taxa rojava ya Kefer Şoba ya navçeya Hasbeya gelek mal û erebeyan zirar dît.

Hate diyarkirin ku balafireke Îsraîlê, li bajarokê Yarûn ê navçeya Bin Cibêl 2 bombeyên deng avêtin kombûnên şêniyan.

Hêzên Îsraîlê roja înê êrişeke berfireh li taxên başûrê Beyrûtê dabû destpêkirin. Piştî ku moşek ji Lubnanê hatibûn avêtin, ev êrişa Îsraîlê pêk hatibû.

(bb)