Ji YJÊR’ê peyama cejna Remezanê

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Cejna Remezanê li cîhana îslamê pîroz kir û hêvî kir cejn bibe wesîleya aştî, hezkirin û bidawîbûna tundî û wêraniyê.

Ji YJÊR’ê peyama cejna Remezanê
30 adar, 2025   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava (YJÊR) bi boneya cejna Remezanê peyamek weşand.

Di peyamê de cejna Remezanê li cîhana îslamê hat pîrozkirin û hate gotin: "Em hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya hezkirin, aştî, bidawîbûna tundî û wêraniyê û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhate, bawerî û neteweyan."

Di peyamê de banga "diyalogê aştiyê, nûnertiya adilane ya tevahî pêkhate û baweriyan, mîsogerkirina rola dîrokî ya pêşeng ber bi geşkirin û pêşdebirinê de" hat kirin.

(bb)

ANHA