Balafirên dagirkeriyê deverên Biradostê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker zozanên Sinînê, Tengiya Singa û Lolanê ya Biradostê bi dijwarî bombebaran kirin.

Balafirên dagirkeriyê deverên Biradostê bombebaran kirin
15 tebax, 2024   23:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Rojnewsˊê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker zozanên Sinînê, Tengiya Singa û Lolanê ya Biradostê bi dijwarî bombebaran kirin. Di encama bombebaranê li Lolanê şewat derket.

Der barê zerer û ziyanên canî û madî de ji bilî derketina şewatê tu agahiyên zelal bidest neketin.