Çeteyên Tirkiyê çiyayên Efrînê kirin çolistan

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwezaya Efrînê wêran dikin, daran qut dikin û hildikin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye da zanîn ku çeteyan darên zeytûnên ên li gundewarên navçeya Bilbilê qut kirin û çiya kirin çolistan.

Çeteyên Tirkiyê çiyayên Efrînê kirin çolistan
Çeteyên Tirkiyê çiyayên Efrînê kirin çolistan
Çeteyên Tirkiyê çiyayên Efrînê kirin çolistan
18 sibat, 2024   23:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye li ser rûpela xwe ya fermî agahiyên qutkirina daran li Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve belav kirin.

Rêxistinê anî ziman ku çeteyê ˊFirqet Hemzatˊ ji 3 mehan ve bi hezaran darên li daristanan mîna berû, qetleb ên li çiyayên gundên Bêkê, Şingêlê, Elî Kara, Topel ên navçeya Bilbilê qut dikin. Di qutkirinê treks, bagire, birekên kehrebê bi kar tînin. Heta niha zêdetirî 10 hezar hektar qut kirine. Wan daran wek êzing û kûmer li sûkên Sûriyeyê û Tirkiyeyê difiroşin.

Rêxistinê diyar kir ku ji ber qutkirina bêserûber çiyayên wan gundan êdî bê dar û giya ne.

Girêdayî heman mijarê, çeteyên ˊCeyş El Nixbeˊ 45 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Îbrahîm Komecî yê ji gundê Meydankê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê birîn.

Li gorî rêxistinê, piştî dagirkirina Efrînê zêdetirî 13 milyon dar bi rûbera 35 hezar hektar hatine qutkirin û heta niha sûcên qutkirin û hilkirinê dewam dikin.

(fr)