`Ji bo azadiya fîzîkî ya Serok divê têkoşîn were mezinkirin`

Kesayetên ji Hesekê yên bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyane, diyar kirin ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e, her wiha destnîşan kirin ku ji bo bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî divê têkoşîn bê mezinkirin.

`Ji bo azadiya fîzîkî ya Serok divê têkoşîn were mezinkirin`
30 îlon, 2024   03:10
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Rêber Abdullah Ocalan 20 sal li Sûriyeyê derbas kir. Di wê demê de bi sedan şêniyan re civiya, ew li ser rêgezên şoreşgerî perwerde kirin. Dema vegeriyan bajarên xwe xebatên cebhawî meşandin. Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re, cihê xwe di şoreşê de girtin, heta îro û ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe didin.

SEROK KILÎTA ÇARESERIYA ALOZIYÊN ROJHILATA NAVÎN E

Ebdulxenî Oso ji Hesekê ye. Di salên 80`î de tevgera rizgariya Kurdistanê nas kir û ji bo naskirina raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji nêz ve, tev li xebatên cebhawî bû. Bi gelek kadroyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re civiya û ji bo belavkirina ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi wan re kar kir.

Oso bi endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û endamê Konseya Navendî û Leşkerî ya PKK`ê şehîd Rustem Cûdî re civiya. Rustem Cûdî di 27`ê Îlona 2011`an de li çiyayê Kurdistanê şehîd bû.

Oso wiha behsa hevdîtina xwe bi şehîd Rustem Cûdî re kir: "Şehîd Rustem pêşniyar li min kir ku Rêber Abdullah Ocalan bibînim. Bi rastî min sala 1991 û 1993`yan Rêber Abdullah Ocalan dît û ji bo min hevdîtina yekemîn xewnek bû."

Oso wiha domand: "Min hêz û moral ji Rêbertî girt. Destpêkê min xebatên cebhawî dimeşandin, lê piştî dîtina wî kar cuda bû. Kesayeta wî bandor li min kir."

Oso têkildarî hevdîtina duyemîn wiha axivî: "Me xwest hin astengiyên li pêşiya xebatên cebhawî li Hesekê derdikevin bi wî re nîqaş bikin. Lê em şok bûn, beriya ku em behsa pisgirêkên xwe bikin, ew axivî, pirsgirêk analîz kirin û çareserî jê re dîtin. Her tişt dizanî."

Oso got: "Heta îro, ji bo ku pirsgirêkên xwe çareser bikin em li pirtûkên Rêbertî vedigerin. Ew kilîta çareseriyê li Rojhilata Navîn e. Lewma dema Kurd û gelên herêmê dibêjin azadiya Rêber Ocalan azadiya wan e, ev rastî ye. Xilasiya Kurdan û gelên Rojhilata Navîn û yên bindest di destê Rêber Abdullah Ocalan de. Ji xwe wî çareserî di pirtûkên xwe de şîrove kiriye."

ʹDESTKEFTIYÊN ŞOREŞÊ BI SAYA RAMANÊN WÎ HATIN BIDESTXISTINʹ

Ezîz Elî jî, piştî meşandina xebatên cebhawî li bajarê Hesekê, sê caran bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyaye ku salên 1990, 1991 û 1995`an bûn. Li gorî Elî ev hevdîtin gelek bandor li kesayeta wî kiriye û ji ber wê heta niha xebatên cebhawî li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan di Şoreşa Rojava de dimeşînin.

Elî wiha pê de çû: "Mijara herî girîng ku Serokatî behsê dikir, avakirina kesayeta şoreşgerî û erkên wê bû."

Elî got: "Carekê, ji me re got`em hevalan dişînin herêmê ji bo ku ji gel û tevgerê re xizmetê bikin, lê hin ji wan mîna axayan tevger dikin. Ji lew re divê kesên cebhawî kesayetên wiha ku ji bo tevgerê û berjewendiya wan kar nakin, PKK û gelê herêmê temsîl nakin, qebûl nekin."

Elî destnîşan kir ku haya Rêber Abdullah Ocalan ji pirsgirêkên ku tê re derbas dibûn hebû û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em şok man dema me zanî ku haya Rêber Abdullah Ocalan ji hin pirsgirêkan heye ku haya me jê nîn e. Ev hêza wî ya analîzkirinê û naskirina wî bi Kurdistanê û siyasetên li dijî Kurdistanê îsbat dike."

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re, gelekan girîngiya ramanên Rêber Abdullah Ocalan fêm kirin ku êdî tê praktîkirin. Ji ber wê hejmara kesên bi ramanên wî hatin girêdan zêde bûn.

Elî behsa hevdîtinekê kir û got: "Serok, digot civak tenê dema jin azad bibe, dê azad bibe. Bi rastî me niha ev tişt nas kir. Bang li her kesî dikir çi karker çi cotkar an jî gundî ku siyasetê bikin. Tevahî gotinên Serok di şoreşê de aşkera bûn. Destkeftî, xurtbûna biratiya gelan, têkilbûna xwîna pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen û Asûr, berhemên ramanên wî ne."

ʹDIVÊ HER KES RAMANÊN WÎ BELAV BIKINʹ

Her wiha Elî behsa pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Ew berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî û ramanên wî ye. Rêber Abdullah Ocalan, ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo tevahî gelên cîhanê tê koşiya û hîna tê dikoşe. Lewma divê her kes, rewşenbîr û siyasetmedarên cîhanê bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan bidin nasandin. Em ê fişarên li ser dewleta Tirk û dewletên hevkarên tecrîdê, zêde bike."

ʹDIVÊ HER KES JI BO AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKEʹ

Azad Silêman salên 1980`î tevgera rizgariya Kurdistanê nas kiriye û tev li xebatên cebhawî bûye. 2 caran salên 1990 û 1991`an bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye.

Silêman hevdîtinên xwe bi Rêber Abdullah Ocalan re wisa bi bîr xistin: "Di wan hevdîtinan de Rêber Abdullah Ocalan behsa gelek xalan dikir ku divê her kes li ser bisekine. Yek jê, welatparêzî û erkên ku divê ji bo gel û welatê xwe pêk bîne. Wê demê Serok got; `welatparêzî, ji bo welat, gel karkirin e û fedakarî ye`."

Silêman destnîşan kir ku gel mîna ku Rêber Abdullah Ocalan dixwest, xebat nemeşandine û wiha domand: "Heke me ramanên Rêber Abdullah Ocalan tam pratîk bikira, tecrîd wisa giran nedibû. Bi saya wî, em van kêliyên ku me xeyal nedikir, dijîn."

Silêman bang li her kesê kir ku usluba têkoşînê ya li hember pergala îşkence û tecrîdê dimeşîne, biguhere û got: "Ji bo ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah ocalan bi dest bixin, divê Kurd li qadan bin, serî hildin. Da ku fişarê li raya giştî bikin ku ew jî fişarên li ser dewleta Tirk zêde bike."

(şx)

ANHA