Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrişan heya agirbestê

Di Çileya 2026`an de êrişên mezin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirin. Di encamê de hezar û 229 kes hatin kuştin û 2 hezar sivîl hatin revandin. Li Rojava seferberiyê dest pê kir û li ser asta cîhanê parastina Rojava hat xwestin. Ev pêvajo bi lihevkirineke agirbestê ku entegrekirina saziyên leşkerî û sivîl çêbe, bi dawî bû.

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrişan heya agirbestê
2 sibat, 2026   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Destpêka sala 2026’an komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Van êrişan bi hedefa qirkirina gelê Kurd dest pê kir. Di vê êrişê de bajarên Kurdan hatin dorpêçkirin û çeteyên DAIŞ`ê yên ku di girtîgeha El Eqtan û li kampa Holê diman, serbest hatin berdan. 

Roja 4`ê Çileyê dema ku civîna di navbera şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berpirsên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de negihaşte encamekê, hikumeta demkî dest bi êrişê kir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyê Rêveberiya Xweser, di kêliyên dawîn ên civîna 4`ê Çileyê de wezîrê karên derve yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Essed El Şeybanî destwerdan kir û civîn bi dawî kir. Vê yekê destnîşan kir ku hevdîtinên ji bo pêkanîna lihevkirina 10`ê Adarê ya di navbera QSD`ê û hikumeta demkî de negihaşt encamê.

5-6 Çileyê bi lidarxistina civîna li Parîsê ya di navbera hikumeta demkî û Îsraîlê de, liv û tevgera komên girêdayî hikumeta demkî ya dest pê kir. Taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê bi çekên giran dorpêç kirin û saziyên sivîl veguherandin ciyên leşkerî û çekdarên xwe tê de bi cih kirin. Her wiha bi awayekî dijwar bajarê Dêr Hafir topbaran kirin.

6`ê Çileyê bi balafirên bêmirov, obîs û tankan Şêxmeqsûd û Eşrefiye bombebaran kirin. Di wê êrişê de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk jî hebûn. Di êrişê de sazî, jêrzemîn û navendên tenduristiyê wekî Nexweşxaneya Şehîd Osman û Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir hatin topbarankirin û bi sedan şehîd û birîndar çêbûn.

7`ê Çileyê Fermandariya Giştî ya QSD`ê daxuyaniyek da ku hêzên leşkerî yên QSD`ê li Şêxmeqûd û Eşrefiyê nîn in û ev bûye zêdetirî 6 mehan ev her du tax hatine dorpêçkirin.

Êrişa li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd 9 rojan bi dijwarî berdewam kir.

10’ê Çileyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk navenda leşkerî ya Heqil El Sewre ku dikeve başûrê kantona Tebqayê bombebaran kir û di heman rojê de bi dehan sivîl ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin revandin.

11-12’yê Çileyê êrişên komên girêdayî hikumeta demkî berfireh bûn. Bajarê Dêr Hafir, Meskene û Bendava Tişrînê topbaran kirin û bi balafirên bêmirov ên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û yên dewleta Tirk bombebaran kirin. Gund û hemû navendên xizmetguzariyê yên van bajaran hedef girtin.

14`ê Çileyê kargeha şekir û firina navendî ya Dêr Hafirê bombebaran kirin.

15-16’ê Çileyê jî bajarê Dêr Hafir û Meskene û gundewarên wan topbaran kirin da ku gel koçber bibe û gund û bajaran vala bikin.

16`ê mehê bi garantiya hêzên navneteweyî di navbera QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de lihevkirin çêbû.

17`ê Çileyê QSD`ê di çarçoveya lihevkirinê de amadekariya vekişîna ji bajarê Dêr Hafir û Meskenê dikir. Di saetên sibehê de komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê lihevkirin binpê kir û êrişî şervanên QSD`ê kir û pevçûnên dijwar qewimîn. Ev pevçûn ji bajarê Dêr Hafir û Meskenê dest pê kir, heyanî gihaşte gundê Dibsî Efnan û bajarê Tebqayê.

18`ê Çileyê êriş berfireh bûn, li gundewarên rojhilatê Dêrazorê êrişî QSD`ê kirin.

19`ê Çileyê agirbesta hatibû îlankirin binpê kirin û êrişî Eyn Îsa, Kobanê, Şedadê û Reqayê kirin, Çiyayê Kezwan ê dikeve başûrê Heseke jî bombebaran kirin.

20’ê Çileyê agirbest hat îlankirin lê belê dîsa ev agirbest hat binpêkirin û gundewarên Hesekê û Kobanê heyanî 24`ê Çileyê topbaran kirin û êrişên li Kobanê berdewam kirin.

20`ê Çileyê agirbesta çend rojan raghandibûn û ji aliyê komên girêdayî hikumeta demkî ve dihat binpêkirin, 15 rojan dirêj kirin.

30`ê Çileyê lihevkirin di navbera QSD`ê û hikumeta demkî de çêbû û hatibû diyarkirin ku wê pêkanîna lihevkirinê destpêka Sibatê be.

Di van êrişan de li gorî daneyên destpêke hezar û 229 kes hatine kuştin, ji wan hezar û 200 li Şêxmeqûd û Eşrefiyê, 7 kes li Tebqa, Reqa û Efrînê û 22 kes li Kobanê û gundewarên wê hatine kuştin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan di van êrişan de zêdetirî 160 kesî birîndar bûne, nêzî 2 hezar sivîlan hatine revandin û hîna cenazeyên 270 kesan li Helebê di morgan de ne.

Her wiha di van êrişan de girtîgehên El Eqtan, Şedadê û Tebqayê ku çeteyên DAIŞ`ê lê diman û kampa Holê ketin destê komên girêdayî hikumeta demkî.

Bi van êrişan re li gorî belgeyan gelek çete û malbatên wan ji girtîgeh û kampa Holê reviyan û heyanî niha malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên li kampa Holê bi rêya qaçaxçiyan têne revandin.

Li beramberî van êrişan gelê Rojava 17`ê Çileyê li ser banga Rêveberiya Xweser dest bi seferberiyê kir. Gelê Rojava di seferberiyê de gund, tax û bajarên xwe parastin. Her wiha li tevahî Kurdistanê û li ser asta cîhanê gelê Kurd dest bi çalakiyan kir. Têkoşîna gelê Kurd bi çalakiyan sînordar nema û ji Bakur û Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û tev li seferberiyê bûn. Her wiha alîkarî şandin û şandeyên siyasî û hunermendan ji Başûr û Bakurê Kurdistanê û Ewropayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

Li ser asta cîhanê jî daxwaz hatin kirin ku mafên gelê Kurd werin parastin. Li welatên Ewropayê jî çalakî, mîtîng û meşên gelekî mezin hatin kirin da ku destkeftiyên şoreşa Rojava werin parastin û gelê Kurd bigihêje mafên xwe.

Di vê çarçoveyê de senarotê amerîkî Lindsey Graham anî ziman ku divê gelê Kurd were parastin û desteka xwe ya ji bo gelê Kurd diyar kir. Kongreya DYA’yê ‘Qanûna Parastina Kurdan’ ragihand. Bi wê re tê qedexekirin ku êrişî gelê Kurd bikin û aliyên ku êriş bikin têne cezakirin. Graham destnîşan kir ku dev ji Kurdan berdan aramiya herêmê tehdît dike û baweriya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) xirab dike.

ANHA