32 rêxistinên Afrîkaya Başûr piştgirî dan Rojava

32 rêxistinên li Efrîkaya Başûr peyamek piştgiriyê ji bo Rojava weşandin û çalakî lidar xistin

32 rêxistinên Afrîkaya Başûr piştgirî dan Rojava
2 sibat, 2026   12:55
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Bi pêşengiya aktîvîstên jin di çarçoveya 1'ê Sibatê 'Roja Piştgiriya bi Rojava re ya Cîhanê' 32 rêxistinên li Efrîkaya Başûr peyama piştgiriyê weşandin.

Çalakgeran li bajarê Tswane yê li Efrîkaya Başûr pankart li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî daliqandin û mîtîngek lidar xistin.

Her wiha têkildarî êrişên li ser Rojava broşur li gel hate belavkirin. Lîderê sendîkaya GIWUSA jî beşdarî çalakiyê bû.ر