Hevseroka MSD`ê di Kongreya Rêya Sûriyeya Demokratîk de axivî

Hevseroka MSD'ê Leyla Qereman bang li beşdarên Kongreya "Rêya Sûriyeya Demokratîk" kir ku di nîqaşên xwe de azadiya jinan, demokrasî, nasnameya niştîmanî, nenavendîbûn û domandina diyalogê esas bigirin.

Hevseroka MSD`ê di Kongreya Rêya Sûriyeya Demokratîk de axivî
25 cotmeh, 2024   18:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) da zanîn ku hevseroka MSD'ê Leyla Qereman bi rêya vîdyoyê tev li Kongreya "Rêya Sûriyeya Demokratîk" bûye ku li paytexta Belçîkayê Brukselê hatiye lidarxistin.

Leyla di kongreyê de bang li beşdarên kongreyê kir ku di nîqaşên xwe de hin xalan di ber çavan e derbas bikin û got: "Di vê qonaxê divê em careke din li têgîna nasnameya niştîmanî ya sûriyeyî vegerin ku tê de hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê cihê xwe bigirin. Ji bo ku ev nasname bibe bingeha aramî û avakirina hevbeş pêwist e lihevkirineke niştîmanî ya giştî pêk were."

Leyla destnîşan kir ku dema lidarxistina kongreyê girîng e ku ji zehmetî û guheritnên li herêmê û Sûriyeyê çê dibin re bersiv e û ji bo dîtina çareseriyên stratejîk li gorî guheritnan, firsend e.

Leyla îşaret bi geşedan û guheritnên li herêmê û Sûriyeyê kir û got ji ber vê divê pergala nenavendî pêk were ku jiyana hevbeş û têkiliyên d inavbera pêkhateyên xwecih de xurttir dike û desthilatê di nava pêkhateyan de wekhev dabeş dike.

Leyla Qereman wiha domand: "Demokrasî û azadiya jinan bi hev ve girêdayî ne. Ji ber wê pêwist e dozên jinan di belge û siyasetên ku tên pêşniyarkirin de, di ber çavan re werin derbaskirin, da ku mafên wan di pêşeroja Sûriyeya demokratîk de parastî bin."

Leyla di dawiya axaftina xwe de got hevkarî û berdewamkirina diyalogê û gelek dozên din divê bi rêya werşeyan ji vê kûrtir werin nîqaşkirin û da zanîn ku ji bo bidestxistina demokrasiyê û parastina berjewendiya gelê Sûriyeyê ew bi gavên dê di kongreyê de, bên girtin re ye.

(mh-şx)

ANHA