‘Azadiya fîzîkî ya Rêbertî daxwaza tevan e’

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê û beşdarên çalakiya konvedanê ya ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

28 cotmeh, 2023   14:33
HESEKÊ

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Însiyatîfa Gel a bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de, Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê ya Hesekê daxuyaniyek da û got ew tecrîda ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tê, şermezar dikin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Çinar Salih Yûsif daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin û hate gotin ew ê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê dewam bikin, bêyî azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn tune ye.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî, kesayetên demokrat û saziyên hiqûqî yên li cîhanê hate kirin ku di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de xebateke cidî bimeşînin, her wiha meclisê tevlêbûna xwe li pêngava navneteweyî ya ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ragihand.

KOÇBERAN ÇALAKIYA KONVEDANÊ LI DAR XIST

Girêdayî mijarê, koçberên ji Serêkaniyê yên li Hesekê çalakiyeke konvedanê li dar xist. Di saetên sibehê de niştecihên li kampên Erîşa û Holê beşdar bûn. Li wir rûspiyê eşîra El Qeran Kesar El Hac êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina binesaziyan şermezar kir û got ew êriş dewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e ku vîn û berxwedana gelan werin têkbirin.

El Hac wiha domand: "Em li dijî hemû kesên destdirêjiyê li xaka me bikin û êrişan pêk bînin, mertalek in."

Hevserokê rêveberiya Kampa Holê Xorşîd Qero jî bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe ya li hember tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan derkevin.

El Hac wiha dawî li gotina xwe anî: “Dewleta Tirk nikare berxwedana me bişikîne, em hêza xwe ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan digirin û em ê azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin.”

Li gorî komîteya amadekar ku çavdêriyê li konê çalakiyê dike, dê çalakî heta saet 15:00′an bi pêşwazkirina şandeyan dewam bike. Çaverê ye xelkê Kampa Waşûkanî, Kongra Star û HPC′ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bibin.

(fr)

ANHA