Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir

Vê sibehê Pêşangeha 7′an a Şehîd Herekol a Pirtûkan bi beşdariya 60 weşanxane û saziyên çandê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Bakur û Başûrê Kurdistanê, welatên Afrîka, Ewropa û Asyayê dest pê kir.

Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
28 cotmeh, 2023   14:26
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya Rêvebriya Xweser û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Pêşangeha 7′an a Şehîd Herekol li dar xist. Deriyê pêşangehê dayika şehîd Herekol, Xedîce Şawîş vekir.

Dûre cîgira Hevserokatiya Çandê ya Rêveberiya Xweser Ronahî Hesen bixêrhatina beşdaran kir û li ser navê Rêveberiya Xweser soz da ku piştgiriya çalakiyên çandê yên li herêmê bike.

Li aliyekî din jî endamê komîteya amadekar a pêşangehê Ebdulmecîd Xelef got ji ber ku 2 weşanxane nedikarî beşdar bibin, pêşangeh hate derengxistin. Xelef got 60 weşanxane, nivîsgeh û saziyên çandê beşdarî pêşangehê bûne. Di pêşangehê de 140 hezar pirtûk tên pêşkêşkirin.

Xelef wiha domand: "Li gorî pêşangeha 6′an zêdetir weşanxane beşdar bûne û zêdetir pirtûk hatin pêşkêşkirin. Di pêşangeha 6′an de 51 weşanxane hebûn."

Weşanxaneyên ji Îmarat û Misirê cara yekemîn beşdarî pêşangehê dibin, li kêleka wê jî weşanxaneyên ji Lubnan, Urdin, Îtalya û Belçîkayê jî beşdar bûn. Çaverê bû ku weşanxaneyeke ji Kiwêtê jî beşdar bibûya, lê bi sedema derengmayîna pêşangehê nekarî beşdar bibe.

Zimanên pirtûkên hatine pêşkêşkirin bi giştî kurdî (kurmancî, soranî û kirmanckî), erebî, farisî, tirkî, fransî û îngilîzî ne.

Girêdayî mijarê endamê Koordînasyona Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Besam Xilo axivî û wiha got: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî bi rêya wêjeyê bûye milkê cîhanê. Pêşketina wêjeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dispêre têkoşîna mezin a Rêber Abdullah Ocalan."

Pêşangeh dê 4 rojan bidome û her roj ji saet 10′ê sibehê heta 8′ê êvarê vekirî be. Di bernameya pêşangehê de pêşbirkên çandî, hunerî û îmzekirina pirtûkan hene.

Çaverê bû Pêşangeha 7′an a Şehîd Herekol 20′ê Tîrmehê di salvegera şehadeta şehîd Hisên Şawîş (Herekol) de bihata lidarxistin, lê 2 caran bi sedema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate derengxistin.

(fr)

ANHA