‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê firsetên serxistina pêvajoyê zêde bike’

Profesor Medhet Hemad diyar kir ku misogerkirina azadiya Rêber Abdullah Ocalan û afirandina şert û mercan ji bo beşdarbûna wî ya siyasî, dê firsetên serkeftina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê zêde bike.

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê firsetên serxistina pêvajoyê zêde bike’
22 nîsan, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊXNÛR

Nîqaşên têkildarî siberoja Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Tirkiyeyê li gel berdewama tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û rola wî di dan û standinê de dewam dikin û ev tecrîd bandorê li firsetên serxistina pêvajoya siyasî dike.

Girêdayî mijarê, profesorê zanistên siyasî Medhet Hemad ji ajansa me re got afirandina şert û mercên guncaw, hem jiyanî û hem jî siyasî, ji bo Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve pir girîng e û got: "Ev mijareke bingehîn e. Ji ber ku tu pêvajoyeke dan û standinê bi ser bikeve ger yek ji aliyên wê bi xwe re dan û standinan bike."

Medhet Hemad wiha aixî: "Ocalan, li beramber pêkanîna aştî û misogeriya Kurd mafên xwe yên rewa di her warî de bi dest bixin, dev ji vebijêrka çekdarî berda. Ev gav erênî hat hesibandin. Ji ber ku ew meyleke rastîn ber bi pejirandina rêbazên aştiyane û diyalogê, çi li ser asta neteweyî be çi jî di navbera pêkhateyên cuda de, bi awayekî ku mafên hemû aliyan garantî bike, nîşan dide.”

Hemad di dewama axaftina xwe de wiha lê gotinên xwe zêde kir: “Pêdiviya serketina her pêvajoyeke aştiyê ew e ku tu alî ji hêla siyasî ve neyê sînordarkirin an jî nekare bi bandor dan û standin û beşdarbûnê bibe. Pêşkêşkirina rêbazên peywendiyê, çi bi hikumeta Tirkiyê re be çi jî bi hêzên siyasî yên rewa yên di nav welat de, wê bibe alîkar ku hawîrdorek guncaw ji bo bidestxistina aştiya armanckirî biafirîne, wê wekî navnîşana pêvajoyê were hesibandin."

Hemad destnîşan kir ku berdewama tecrîdê dibe ku bibe sedema encamên neyînî yên cidî, ku ji bêhêvîtiyê dest pê dike û digihîje bedbîniyê. Ew jî wê bibe sedema "ji nû ve nirxandina vebijarka devjêberdana xebata çekdarî. Dibe ku ev hest mezin bibe û rê li ber gengaziya vegera li berxwedana çekdarî veke û ev jî li dijî armanca pêkanîna aştiyê ye."

Prof. Medhet Hemad li ser misogeriya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan axivî û got: "Divê ev yek wekî şertê ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê neyê dîtin, lê wek despêşxeriya niyeta baş ji aliyê hikumeta Tirkiyeyê ve, tevî mafê wî yê li gorî qanûna navneteweyî were dîtin. Ev gav wê baweriyê zêde bike, piştgiriyê bide nêzîkatiya aştiyane, bi vî rengî wê bibe alîkar ku hawîrdorek siyasî û civakî ya aramtir biafirîne ku piştgiriyê dide şansên bidestxistina aştiyeke rastîn û domdar."

(ac/fr)

ANHA